-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê merasîmê bîranîna şehîdên meha Çileyê li hola Reşo li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Li Kobanê û Minbicê pêngava komkirina îmzeyan a bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dest pê dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Endazyarên ku di Komxebata Endazyarî de beşdar bibûn diyar kirin ku komxebat ji bo parastina rûbera keskahiyê û hişyarkirina şêniyan der barê zêdebûna hejmara niştecihan pir girîng e, her wiha destnîşan kirin ku hevsengiya xizmetguzariyê di navbera gund û bajaran de koçberiyê kêm dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçer li ser herdu taxan neçar ma ku projeyên xizmetguzariyê ji bilî yên paqijiyê, rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim anî ziman ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li dijî destûra Tirkiye û qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan e. Rizgar Qasim diyar kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê tevgereke topyekûnê ya hemû partî û tevgerên demokratîk pêwîst dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê destnîşan kir ku sedema hilweşîna avahiyê beriya hefteyekê, kombûna avê di bin avahiyê de ye. Her wiha destnîşan kir ku 35 avahiyên din di bin gefa hilweşînê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên Kobanê serkeftina mezin ya ji zêdetirî 8 salan ve li dijî çeteyên DAIŞ′ê pêk anîne pîroz kir, lê têkildarî xeteriya dewleta Tirk a dagirker û hewlên wê yên vejandina çeteyên DAIŞ′ê hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).
RAPOR
- Di çend rojên dawîn de serokê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan serdana Sûdan û Lîbyayê kiribû, di serdan û tevgerên wî guman hene. Misir ji armancên Enqere û siyasetên wê di van her du dewletan de bi fikar e. Ji ber armanca û siyasetên Enqereyê li van dewletan dikevin çarçoveya dosyayên ewlehiya neteweyî ya Misirê.
ANHA