ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-11-2022`YAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê nasnameya şehîd Dîlan Mehmûd Eşref ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke xiyabî li goristana şehîd Dîjwar a kantona Hesekê eşkere dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrikê ya kantona Qamişlo sersaxî didin malbata şehîd Zinar Şahîn li gundê Sebi Cefar ê navçeya Girkê Legê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Omer Nayif El Hemam li goristana şehîdan a Minbicê oxir dikin. Saet di 12:00`ê nîvro de. (bi wêne û dîmen)

Li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo, şanoya bi navnîşan Evdalê Zeynikê tê pêşandan saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya meha borî li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê de, leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 5 birîndar bûn û zirarên madê yên mezin gihîştin malên şêniyan, her wiha çavkaniyeke leşkerî da zanîn ku herdu navçe bi 599 topan hatiye armancgirtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku ew ê ji bo gihandina dengê malbata şehîd Serdem Agirî ji dadgehên navneteweyî re, kar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameger û derhênera fîlma ‘The Matchmaker’ Benedetta Argentieri hişyarî li ser vegera DAIŞ′ê hemwextî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser da û got Rêveberiya Xweser dê Rojhilata Navîn biguherîne.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan bikişîne nav şerekî vekirî û got “Çi bibe jî biryara me diyar e; em ê gel û herêma xwe biparêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xerîb Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî prensîba şerê gel ê şoreşgerî bixebitin da ku planên dijminan têk bibin. Hiso diyar kir ku tevî kontrolkirina kantona Efrînê ya dagirkirî bi destê çeteyên Heyet Tehîr El Şam, dibe ku êrişên li ser herêmê zêdetir bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gorî pêşbiniyên endamê meclisa serokatiya MSD`ê Sînahok Dîbo, nakokiya heyî ya di navbera hêzên hegemonîk de wê heta demeke dirêj bidome ku rê li pêşiya pêvajoyekê vedike da ku pergaleke hegemonîk a pirqutib ava bibe. Dîbo destnîşan kir ku çareserî di yekitiya neteweyên demokratîk de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîd û şervanên HPG û YJA-Star êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî Kurdan û xiyaneta PDK`ê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehrayê dorpêçeke giran li ser 6 gundên yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ferz dikin.

ANHA