ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-5-2023

Êzidiyên li Helebê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin neheqiyeke mezin e ne tenê li ser wî lê belê li ser tevahî kurdan e. Êzidiyan destnîşan kir ku azadiya wî ya fîzîkî, azadiya wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê di demeke nêz de dê pergaleke tenduristiyê ya li gorî pîvanên bilind were pêkanîn. Li gorî wê, dê xizmeteke mezintir were pêşkêşkirin û mafên welatiyan û xebatkarên tenduristiyê werin mîsogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendetiya Lêkolînên Zanistî yên Çandiniyê ya Qamişloyê bi rêya tecrûbeyên xwe li 75 doniman hewl dide cureyên tovan bi pêş bixe û baş bike û cureyên di aliyên berhemdar û berxwedaniyê de ne baş in, bi paş ve bikişîne. Wê yekê bi cureyên gihandina tovên nû pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Krîz û şerê li Sûdanê yê di navbera fermandarê artêşê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo (Himêdtî) de ket meha duyemîn.

Pêşangeha 8`an a Hunera Şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo berdewam dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA