ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê li dijî peymana hikumeta Iraq û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê xwepêşandanekê li qada Jina Azad li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) a Kobanê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyekê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeyên Til Koçer û Til Birak ji bo şermezarkirina peymana li ser Şengalê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji ber zêdebûna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora navçeyê bi fikar in û bang li civaka navnetewî û Rûsyaya garantor dikin ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe rawestîne û karesata 5 sal berê dubare nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êrişên rojane li dijî gundên li hember herêmên Sûriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li bakur û rojavayê Minbicê dagir kirine, berdewam in û li gel wê jî sivîlên li wan gundan bi xeteriya rû bi rû re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Hemwextî ku aloziya opozisyona Sûriyê kûr dibe, Amerîkayê tevgereke hevpar bi Îsraîlê li dijî Îranê li Sûriyê eşkere kir. Li aliyekî din serokkomarê Tirk Reqap Tayyîp Erdogan xwe ji bo pêvajoyeke giran a bi Biden re amade dike.

JIN

- Şîlan Kobanê li dijî fikra malbatê û civaka xwe ya eşîrtî bi der ket û rêya têkoşînê hilbijart, bi wê re jî bû pêşeng, siyasetmedar û fermandar ku tevahî jinên şoreşger pê serbilind in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şehîd Şîlan Kobanê ji têkoşerên destpêkê bû ku di belavkirina ramana Tevgera Rizgariya Kurdistanê di nav Helebê de kedeke mezin da û bi dehan jin ketin bin bandora têkoşîna wê û dan ser şopa wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînera hiqûqî ya lubnanî Sofî Zaza da zanîn ku divê qanûneke navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hebe, bi taybet li herêmên dagirkirî yên şer tê de hene. Lêkolînera hiqûqnas jinên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qehremanên rastîn ên li hember tundiyê têdikoşin wesif kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Şêniyên Şengalê got, pêdiviya wan bi hêzên dîtir tune ye, rêveberiyeke wan heye û karên wan bi rê ve dibe, hêza wan a parastinê heyê. Şêniyan piştrast kir ku hikumeta Iraq û hêzên girêdayî PDK’ê berê li Şengalê bûn û hiştin komkujî li dijî gelên li herêmê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên zeytûnan ên herêma Reqayê di metirsiyê de ne ku berhemê îsal li beramberî buhayê lêçûna givaştin û veguhestinê de kêm be. Xwediyê kargeheke givaştinê sedema vê yekê spart bilindbûna lêçûna heqdestiyê û pileya gerêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Elî Husam wek pîşe tizbiyan difiroşe. Hem ji vê pîşeyê hez dike û hem jî debara xwe pê peyda dike. Dibêje, tizbî ne tenê amûrek demborandinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA