ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi diruşmeya "Dem dema azadiyê ye, em ê teqez bi serkevin" şahiyekê li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi şêniyên bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo re dicive, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê operasyona qirkirina siyasî ya desthilata Tirk li dijî siyasetên Kurd û ji bo bersivdayîna daxuyaniyên Wezareta Derve ya hikumeta Şamê kongreyeke çapemeniyê li taxa Miheta ya Qamişloyê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê yên ji hemû pêkhateyan piştrast kir ku bi saya hevgirtina civakî rê li derketina fitneyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat girtin û komplo û planên li dijî gelê Sûriyê bi yekbûna şêniyên herêmê, bi bin ketin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Saziya Kar û Barên Olî ya Minbicê û gundewarên wê Elî El-Cemîlî got: "Dewleta Tirk hewl dide serdema Osmaniyan vegerîne û ji bo vê yekê gelê Misilman û ola Îslamê bi kar tîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Siyasetmedarên Kurd destnîşan kir ku kiryarên Tirkiyê li dijî siyasetmedarên Kurd, asta dîktatoriyê li Tirkiyê nîşan dide. Her wiha diyar kir ku binçavkirina xwepêşandêrên ku piştevaniya Kobanê dikin careke din têkilî û piştgiriya hikumeta Tirk ji çeteyan re radixe pêş çavan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê tûnisî Nîzar Celîdî got ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide bi rêya xêzkirina kevana sûnî ku di bin serweriya wî de be dewleta Osmanî zindî bike. Her wiha destnîşan kir ku Erdogan li dijî kurdên li Sûriyê komkujî pêk anîn û hêmanên jiyanê dirûxîne. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Sê meh e dewleta Tirk ji êrişa ‘Pençe-Kaplan’ encamek bi dest nexistiye û bi rêbazên cuda hewl dide li Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe mayînde bike. Li navendên şerê taybet ên bi destê PDK’ê hatine avakirin, endamên MÎT’ê bê astengî tev digerin.

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê bi navnîşana "Berdana bêdeng" panelekê li Minbicê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a PYD'ê Kongreya xwe ya duyemîn li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 08:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Fîlmê "Ber bi rû" yek ji fîlmên ku bandoreke taybet li şêniyên Efrînê yên li Kampên Şehbayê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê wiha got: "Jinên ciwan bi rêjeyeke mezin tev li hemleya me bûn. Nexasim ku çalakiyên li dar dikevin, êş û hêviyên jinan temsîl dikin. Ji lewra em her tim hewl didin jinan bi rêxistin bikin, zana bikin û li dijî şerê taybet wan bi têkoşîn û berxwedanê ve girê bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Nirxên dermanan li dermanxaneyên bajarê Qamişlo ji hev cûda ne. Şênî bang li aliyên têkildarî dikin ku nirxên dermanan kontrol bike. Li ser vê, Hevserokê Yekitiya Dermansazan diyar kir ku wan komîteyek ava kiriye da ku dermanxaneyan bişopîne û nirxên dermanan kontrol bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmara xwendekaran li dibistana kampa koçberên Girê Spî 3 qat zêde bû û Rêveberiya Dibistanê alîkarî xwest da ku xebata perwerdeyê bi ser bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA