ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  29. 09. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk dê werin şopandin.

-Şehîdên meha Îlonê li goristana Şehîd Dicle ya kantona Kobanê tên bi bîranîn, saet 18:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê salvegera 5‘emîn a damezirandina Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê tê pîrozkirin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Osmaniyan di qirkina ermenan de li pêşiya çavê wî bavê wî kuştin û dayika û birayê xwe ya pitik revandin. Herî dawî malbatên Êzidî wî ji lepên leşkeran xilas dikin û xwedî lê derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rewşa siyasî ji şêniyên herêma Dirêkê re şîrove dike, civîn li navenda Ciwanan a Şehîd Bawer li dar dikeve, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cemal Şêx Baqî têkildarî ragihandina avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê destnîşan kir ku dûrxistina MSD’ê ji komîteyê pejirandina parçekirina Sûriyê ye û got “Ji çareseriya giştî ya Sûriyê re divê diyalogên Sûrî-Sûrî bên esasgirtin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan avakirina komîteya destûrî wek binpêkirinek ji biryara navneteweyî ya 2254 bi nav kir.  El-Qeftan got komîte wê bi ser nekeve ji ber ku damarê girîng yê xeta demokrasiyê ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne hatiye paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û akademisyenê ji Sûriyê Muhîb Salha got komîteya destûrê ya ku hatiye ragihandin, di aliyê siyasî û exlaqî de ne rewa ye û îradeya gel temsîl nake, ji ber vê yekê fikar hene encamên krîtîk bi xwe re bîne. Salha bang li Rêveberiya Xweser kir ku diyalogên navxweyî pêk bîne ku nexşerêyekê deyne ku bikare li hemberî nêzîkatiyên derve yên ku aloziyê çareser nakin, bibe bersiv. (BI WÊNE).

JIN

-Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriya ya şaxê Helebê,  Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Jinên Sûriyê komxebateke siyasî li akademiya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Yekitiya Jinên Suryan Mala Jinên Suryan li taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ruxmî ku kargeha` Lara` ya şêraniyê ya taybat bi jin nû hatiye vekirin, lê ji ber kalîtabûna berhemên wê û buhayên wê yên guncew bala muşeteriyan dikşîne. Karkerên kargehê ku jin in tekez dikin armanca wan di radeya yekemîn de ku pişta xwe bidin xwe û ew karê xwe hêz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Buroya Karûbarên Koçberan got rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê bi şêwazekê ku tê xwestin alîkariya koçberan ji bo zivistanê nakin. Her wiha îşaretpê kir ku di çarçoveya bernameya veger de di rojên pêşiya me de dê du beş ji koçberan ji kampan werin derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevî kar û xebatên Şaredariya Gel a bajarê Kobanê lê hîna gelek pirsigêrk hene ku dibe cihê gilî û gazincên şêniyan. Gelo rêbazên derbaskirina vê pirsgirêkan çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên du gundên navçeya Tirbespiyê di çûyîna dibistanê de zehmetiyan dikşînin ji ber ku ji dibistana gundê cîran re hatine veguhestin. Ji aliyê xwe ve komîteyê diyar kir ku ew ê erebeyên veguhestinê ji bo wan xwendekaran peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ji bo ku heta radeya herî bilind sûd ji zeviyên çandiniyê bigirin, pêdiviyên herêmê ji hilberînên cuda peyda bikin tevî ku axê bi çandiniyê newestînin û derfetên kar di dirêjahiya salê de peyda bikin, ber bi pêkanîn dewreya çandniyê ve diçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeyên çandinî û sotemeniyê yên katona Girê Spî û Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya bajarê Minbicê amadekriyên pêşwazîkirina newsimê çandiniyê ya zivistanê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA