ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi dirûşma "Azadiya xwe biparêz" pêngaveke hişyarkirinê ya ji xeteriyên li ser herêmê radighîne. SYPG‘ê wekê çalakiya yekemîn a pêngavê li bajarê Kobanê belavokan belav dike, saet 18:00 . (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê destpêkirina sala nû ya perwerdeyê daxuyaniyekê li bajarê Kobanê dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gelek rêxistinên siyasî yê kurdî yên li herêma Cizîrê bi civînekê çapemeniyê "Yekitiya Hêzên Kurdî-Rojava" radigîhînin. Civîn li hola Selam a bajarê Qamişlo lidar dikeve, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid bang li şêniyên Sûriyê yên li Tirkiyê kir ku vegera welatê xwe. El-Ebid tekez kir herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava ewlehî û aramiyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê kar û barê zêdeyî 300 malbatên şehîdan ên navenda navçeyê û gundewarên wê bi rê ve dibe. Meclis hewl dide li gorî berpirsyartiyê be û wefedariya bi şehîdan re pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Pêdiviya me bi herêma ewle di bin çi navî de dibe bila bibe tune ye, ji herêma me ewletir tune ye", bi van gotinan şêniyên bajarê Qamişlo "Herêma ewle" red kir û tekez kir ku Tirkiyê dikeve ku derê bi xwe re wêran û talanê tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Evîn Cuma bal kişand ser desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve û got: "Ev desteserkirina şaredariyan li dijî hemû qanûnên navdewletî ye."  (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Emced Osman anî ziman ku tevî lihevkirina di navebra Tirkiyê û QSD`ê de ya bi nabeynkariya Amerîkayê lê Tirkiyê hîna gefan li herêmê dixwe. Osman destnîşan kir ku daxuyaniyên çapemeniyê yên girêdayî bicihkirina penaberên Sûriyê di "Herêma ewle" de li ser nehatine lihevkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî got: "Tunebûna ronkarbîr Ocalan di çareserkirina krîz û nakokiyên domdar ên Rojhilata Navîn de tê wateya berdewamiya şer û wêraniyê." Her wiha diyar kir ku azadiya Ocalan rêya tekane û kîilîta çareseriya kirîzên herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi dirûşma "Vejandina mîraseya resen" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li gundê Xeyala yê gundewarê rojavayê Reqayê pêşbirka hespên esîl li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Herêma Efrînê li kantona Şehbayê amadekariyên sala perwerdeyê ya 2019-2020‘an dike. Tê payîn ku dê 8‘ê Îlonê deriyê dibistanan vebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Minbicê û gundewarê wê xebatên xwe ji bo pêkanîna projeyên ku berê danîne berdewam dike. Niha şaredarî hewl dide projeya toreya kanalîzasyonê li kolana mizgefta Bîlal a bajêr û projeya ziftkirina rêyan ku di destpêka havînê de destpêkiriye bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bajarê Reqayê bi vegera welatiyan re tevgera avahîsaziyê geş bûye. Li gorî serjimariya Buroya Rêxistinkirinê ya Meclisan a Meclisa Sivîl a Reqayê zêdeyî 700 hezar kes li warê xwe vegeriya. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA