ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gorî agahiyên ku me ji herêmê girtine, di van du rojên dawiyê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê dîsa 5 sivîl revandin, gelek dar birîn û malbatên çeteyan êrîşî şêniyên resen ên herêmê kirine. (BI WÊNE).

- Rûspiyên Girê Spî destnîşan kirin ku armanca dagirkeriya Tirk ji gefxwarinan ew e ku serdema împratoriya Osmanî zindî bike, lê ev xewna wê bi cih neyê ji ber ku hemû eşîre li hemberî dijmin leşker in. Rûspiyan gotin yê li dahola şer bide wê binkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Aldar Xelîl destnîşan kir ku şertê Tirkiyê ji bo ‘herêma ewle’ yê mesafeya 32 km, plana tunekirina rêveberiya herêmê ye û got: “Ji bo parastina me ji gefên Tirkiyê pêwîstiya me jî bi herêmeke ewle heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gorî çavkaniyekî herêmî yê Babê, di 20’ê Tîrmehê de li Babê civînek li dijî rewşa xizmetguzariyê hat lidarxistin. Bijîşk Ehmed Mihemed Elî Abo yek ji endamên meclisa herêmî ya bajarê Babê ya ku dagirkeriya Tirk ava kiriye, ye. Abo eşkere kir ku istixbara Tirkiyê li şûna meclisê biryaran digire û ew biryar li dijî berjewendiyên şêniyan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînera beşa zanista civakî û siyasî di karûbarên Tirkî û Kurdî de Dr. Huda Rizq got, projeya Neo Osmanî ya bi serkêşiya Erdogan a bi desteak Îxwan El-Muslimîn li welatên ereban binket. Huda destnîşan kir ku Osmanî di dema niha de nikare xwe ji nû ve ava bike ji ber zeman û dewlet hatin guhertin û  cihê ediolojiya wê di sersala 21‘an de nîne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî qala binketina diyalgên di navbera Enqere û Washingotin ên derbarê herêma “ewle” de, li herêma Kendavê aloziya di navbera Îran û Brîtaniyayê, krîza aborî ya li Tirkiyê û destdanîna Erdogan a li ser saziyan, kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevanê li herêma Başûrê Kurdistanê Erdogan Altan diyar kir ku heya niha ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk û alîkariya PDK’ê, ji 280’an zêdetir gund hatine valakirin. (BI WÊN).

ÇAND Û HUNER

- Bi dirûşmeya "Bi vegera li ser kokê re em govendê zindî bikin" Çaremîn Mîhrecana Dîlanan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgra a Girkê Legê li dar dikeve, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN). (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ku di Kampa Mebrûka de hejmara koçberan zêde bûye, Rêveberiya Kampê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên koçberan, peydakirina pêdiviyên wan û pêşkêşkirina xebatên pêwîst, gelek komîn ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Kirîna Genim a Minbic bidawîbûna wergirtina hilberînên genim û ceh  di 11`ê Tîrmehê de ragihand. Miqdara wergirtî ya îsal duqatî sala 2018`an e. Her wiha amadekarî têne kirin da ku tov li cotkaran werin belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA