​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-9-2022`YAN

Şêniyên Hesekê cenazeyê hevseroka Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed li goristana şehîdan a Hesekê oxir dikin saet di 16:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Weşûkanî dimînin, li dijî tecrîda li ser rêber Abdullan Ocalan, xiyaneta PDK`ê ya li dijî kurdan, li kampê xwepêşandan li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Holê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyî li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Girkê Legê sersaxiyê didin malbata şehîd Zinar Xelîl Osaman li gundê Kolîce yê navçeya Girkê Legê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Dêrikê, li dijî topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê xwepêşandan li qada Azadî li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji Rojavayê Kurdistanê serhildana gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku jin jê re pêşengiyê dikin, silav kirin û gotin: “Çawa jinên Rojhilatê Kudistanê di dema êrişên DAIŞ`ê de tev li Şoreşa Rojava bûn û xwe feda kirine, erka me ye jî ku em tevî gelê xwe yê Rojhilat li dijî desthilatdariyê rabin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê talankirina şûnwarên herêmên dagirkirî yên Sûriyê didomînin. Buroya Şûnwaran a Girê Spî ya dagirkirî bang li saziyên têkildarî parastina şûnwaran kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rê li ber destdirêjiya li ser mîrateyên şaristanî yên li kantona dagirkirî bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de bi rêya vekirina sînorên xwe li pêş ciwanan û peydakirina korîdorên neewle bi rêya mafyayên xwe ji bo valakirina herêmê, şerê taybet zêdetir kiriye. Siyasetmedaran got “Em ê teslîmî dagirkeriya Tirk nebin, rêya me berxwedan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dosyaya şandina ciwanên Tûnisê ji bo şerê li Sûriyê û Lîbyayê di rojeva Tûnisê de ye. Nemaze piştî sekinandina karsaz Mihemed El Ferîx ku xwediyê şîrketeke taybet a balafirên rêwîtiyê ye û endamê parlamentoyê yê Tevgera Nehdayê ye, her wiha lêpirsîna bi serokê tevgerê Raşid El Xenoşî re.

Di rojên dawî de der barê dosyaya Sûriyê de hevdîtin di navbera hêzên navneteweyî û herêmî de çêbûn. Siyasetmedar Semîra Mûbeyed diyar kir ku di van "bazaran" de berjewendiyên gelê Sûriyê tune ne û Şam û Enqere li ser astengkirina damezirandina dewleta nû ya Sûriyê hemaheng in.

Koçberên ji Efrînê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijîn, diyar kir ku ew avakirina avahiyên mêtingehiyê li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî bi destek û fînansekirina rêxistinên îxwanî red dikin û bang li civata navneteweyî û aliyên têkildar kir ku dagirkeriya Tirk ji ber sûcên wê yên li dijî şêniyên Efrînê ceza bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên çerkes, ereb û Kurd ên bajarê Minbicê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sûcekî dermirovî bi nav kir ku di serî de jinan dikin hedef û gotin: "Li hemberî her êrişeke li ser xaka me, em ê bi yek destî amade bin, bersivê bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN)