-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
- Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, pirsa welatparêziya ku ENKS îdia dike û gotin: "Ma hûn goristanên şehîdan ên ku çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê rûxandine nabînin? Çima hûn destê xwe dixin destê qatilên gelê xwe û serdana gorên qatilên Hevrîn Xelef dikin?" (BI WÊNE Û DÎMEN)
- Şêniyên bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê girîngiya rabûna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Sûriyê bi bîr xistin û wan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hegemoniya xwe ya Osmanî li herêmê vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
- Şêniyên Efrînê yên hatine koçberkirin bal kişandin ser bêdengiya nûnerên ENKS'ê ya li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî û gotin: "Bêdengiya wan tê wateya ku ew jî şirîkê van sûcan in." (BI WÊNE Û DÎMEN)
JIN
- Xwarziya şehîd Şîlan Kobanê ji bo xaltîka xwe ya şehîd nameyek nivîsand û tê de wiha got: "Ey şehîda nemir. Jinên vê welatî li ser berxwedan, zanist û zanabûna te mezin bûn. Te em fêr kirin çawa em bijîn, xwe bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bi çek bikin û rêya şehîdan bişopînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)
KURDISTAN
- Şêniyan gotin, her komploya li ser Şengalê wê bandorê li Rojava bike û diyar kirin ku armanca lihevkirina Hewlêr- Bexdayê sîstema Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN)
CÎHAN
- Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Enwer El-Temîmî got, Serokkomarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan welatê xwe ber bi tenêhiştinê ve dibe. Her wiha piştrast kir ku di dosyayên petrol û korîdorên stratejîk de rolek ‘teşqeleçî’ lîst. (BI WÊNE)
CIVAK Û JIYAN
- Elî Husam wek pîşe tizbiyan difiroşe. Hem ji vê pîşeyê hez dike û hem jî debara xwe pê peyda dike. Dibêje, tizbî ne tenê amûrek demborandinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA