ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  28. 09. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Hiqûqnasên herêma Efrînê yên li kantona Şehbayê gotin: “Armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, qedexekirina çareseriyên ji bo aloziya Rojhilata Navîn e. Em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk gefên êrîşan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Armanca gefên di çarçoveya lihevkirina “Ewlehiya Sinor” tên pêşxistin, dagirkeriyek mayînde li hemû herêmê pêkanîne. Rastxwendina rast a li ser propogandaya ku Erdogan li ser avahiyên TOKÎ’yê dike, bi vî şêweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û endamê Komelya Çanda Suryan Hena Somî, ji bo paşguhkirina beşdariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xebata amedekirina destûrê rexne kir û got: “Divê NY’e bangî kesên ku parastina yekîtiya xaka Sûriyê dikin û şerê çeteyan kirine, bike. Ne ku bangî kesên piştgiriya terorê dikin bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di her munasebet an jî rûdanekê de çi di qada Rojhilata Navîn be çi di qada cîhanê de be rol û cihê Îranê esasî ye. Ji nakokiyên derbarê nûklerê de bigire, heta aloziya li Sûriyê, Iraq, Lubnan, Yemen herî dawî bûyera Aramkoyê navê Îranê tê gotin. Her kes li bendêye ku encamên rêveçûna xeta bûyeran e bê ka gelo dê bi diyalogên cidî çareser bibe anî dê herêmê ber bi şerekî mezin ve bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Aboriya Jin yekemîn mîhrîcana genim a kantona Qamişlo li baxçeyê sergirtî yê rojavayê navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Orkestra Rojava şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dikeve, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan diyar kir ku projeyên xizmetguzariyê yên ji bo îsal danîbûn, ji sedî 70’ê bi dawî bûne û got: “Nêzî 7 milyar û 400 milyon lîreyên Sûriyê li van projeyan çûye. Heman demê de hinek pirsgirêk jî derketine.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê, li bajarê Qamişlo amadekariya vekirina navenda tendirustiyê ya tedawîkirina nexweşiya penceşêrê dike. Beriya niha jî li bajarê Qamişlo Nexweşxaneya Dil û Çav hatibû vekirin. Bi wê re jî barekî mezin li ser şêniyên bajêr û herêma Cizîrê rabû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên Efrînê yên li Şehbayê, di sala xwendinê ya nû de azaran dikişînin. Li rexê jî pêdiviyên dibistanê kêm in. Ji lew re xwendekar neçar dimînin ku li şûna li ser daniştan rûnin, li ser erdê rûdinin. Tevî wê jî xwendekar tekez dikin ku ew ê xwedina xwe ya li dijî dagirkeriyê û ferzkirina siyasetên wê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundên Hemama Mezin û Hemama Biçûk 27 km dikevin rojavayê bajarê Minbicê û li rex çemê Firatê ne, Ji ber serşokên kibrîtî yên kevn li herêmê ev nav hilgirt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA