ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- MÎT’a dewleta Tirk bi rêya hin kesên ku kiriye ajanên xwe ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mayînan êrîş bike, lê ajanên dewleta Tirk ji aliyê saziyên ewlehiyê yên bakur û rojhilatê sûrî ve hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên ku hewl didin armanc û berjewendiyên xwe bi cih bînin, êdî li kêleka şerê leşkerî rêbazek din jî bikar tînin. Di salên dawî de rêbazeke nû ya bi navê "Şerê taybet" bikar tînin. Tirkiyê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şerê taybet bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî deriyê Til Koçerê yê ku alîkariyên mirovî têre derbasî herêmê dibûn hat girtin, Konseya Ewlehiyê ya NY'yê biryar da ku alîkariyên mirovî tenê di korîdoreke di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de ye derbasî herêmê bibin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedhezeran koçber û penaberên ku ji ber vê biryarê di rewşên zehmet de dijîn, hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê gotin: “Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser çiyayên Kurdistanê qirkirina Kurdan û vejandina serdema Osmanî ye. Em bang li gelê Kurd, partiyên siyasî û hêzên leşkerî dikin ku yekitiya xwe ava bikin. Ji ber yekitî dê bibe bersiva hemû dewletên komploger.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmendarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “, dewleta Tirk hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze xaka Sûriyê tev li xwe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Qahîre, Eman û Bexdayê amadekariyên lidarxistina lûtkeya sê alî zêde kirine. Beriya vê du lûtke di navbera hersê welatan de hatibûn lidarxistin. Şîrovekarê siyasî yê iraqî Kîtab El-Meyzan got: "Texmîn dikim ku di lûtkeyê de helweteke Erebî hevpar li dijî mudaxeleyên derve derkeve." (BI WÊNE).

JIN

- Kongreya Star a kantona Efrînê, li kantona Şehbayê amadekariya vekirina sûka sebzeyan a taybet bi jinan dike. Dê di sûkê de sebze werin firotin, bandorên keysbaziya bazirganan û qanûna Qeyser kêm bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Komîteya Zimanê Kurdî ya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê Hemrîn Hisên got: "Rejîma Îranê perwerdeya bi zimanê Kurdî ya ji aliyê mamsote Zara Mihemedî ve sûc dibîne, dixwaze bi girtinan dengê jinên ku banga mafên xwe dikin, qut bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Kobanê bilindbûna buhayê derman û tedawiyê, cûdahiya buhayan a nexweşxane, kilînk û dermanxaneyan rexne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mûdîriyeta Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveeberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê mazotê li şêniyan bilav dike. Dê derdora milyon û nîv lire were belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA