ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Efrînê sersaxiyê ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê Dilşêr Efrîn û Êriş Efrîn re dixwazin. Konê sersaxiyê li navçeya Ehdasê tê vedan, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Armanca tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, têkbirina projeya demokratîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa girtekên du salan ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Şêrawayê eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Desteya Rêveber ê Partiya Suryan a Sûriyê Efram Îshaq got: “Hevpeymana civakî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ragihandin, mafên hemû pêkhateyan digire nava xwe. Gelên herêmê jî bi yekîtiya xwe parastina herêmê kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ev sê mehe dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kirine. Ev sê meh in jiyana şêniyên li wir serûbinî hev bûye. Eşîrên Ereb li hemberî dagirkeriyê serî rakirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed derengxistina navbeynkariya di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de rexne kir. Îlham bang li Rûsyayê kir ku helwestek bêalî ji herdu aliyan re nîşan bide û pişta Rejîmê negire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl got: “Lêkirina dîwarê parçekirinê li rojavayê kantonê îdîayên Erdogan ên"herêma ewle"kifş dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolîner û nivîskarê sûrî Ehmed El-Dirzî diyar kir ku oparasyona leşerkî ya hêzên Rejîmê ya li bejahiya Helebê û Idlibê pêkanîna hevpeymanên Soçî yê ne. Ev yek dihêle dewleta Tirk tawîzan bide. (BI WÊNE).

JIN

- Rêveberiya Jinan a Herêma Hemrat beriya du hefteyan bi beşdarbûna 20 jinan dewreyeke perwerde ya dirûtinê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Mîtan a Çaremîn di roja xwe ya sêyemîn de li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a kantona Şehbayê didome, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê bi navê "Na ji madeyên hişbirê re" şanoyekê pêşkêş dike, di heman demê de dewreya şangor, stran û bilûêr bi dawî dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Buroya Milkên Giştî ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê, 25 hezar û 200 donim zeviyên çandiniyê kirî û da şêniyan. Da ku di mewsima çandiniyê ya 2019-2020`an de jê sûd bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên di navendên "Îwa" yên bajarê Hesekê de ji bo zarokên xwe yên astengdar banga alîkariyê li rêxistinên mirovî yên navdewletî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA