ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-2-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şêniyên kantonên Efrînê û Şehbayê cenazeyên şehîdên komkujiya Aqîbe li Goristana Şehîdan a navçeya Fafîn oxir dikin saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle li başûrê bajarê Kobanê bibîr tînin saet 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sûriya Demokratîk a bajarê Kobanê 1`emîn kongreya xwe li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê lidar dixe saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî derbasbûna 5 salan li ser rizgarkirina YPG û YPJ`ê navçeya Til Hemîsê tevahiya aliyên jiyanê tê de bi awayekî balkêş pêş ketin. Ji aliyekî din ve şêniyan teqez kirin ku bi saya şervanên ku wan ji zulma çeteyên DAIŞ`ê xilas kirine, di nav aramî û ewlehiyê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên YPG`ê yên ku tev li pêngava rizgarkirina Til Hemîsê bûn gotin navçe piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ`ê veguherî gulistanek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne kirinên artêşa Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya herêmê bi lekeyek şermê di eniya mirovahiyê de wesifand. Her wiha teqez kirin ku ew bi vegerê û rizgarkirina warên xwe ji dagirkeriyê ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevseroka Heyva Sor a Kurd a kantona Efrînê Ancêla Reşo got komkujiya gundê Aqîbe sûcek hovane li dijî mirovahiyê ye. Her wiha îşaretpê kir ku wek tîma Heyva Sor a Kurd her tim amade ne xwe bi lez bigihînin cihên topbaranê û birîndaran xilas bikin.

-Artêşa Tirk a dagirker hedefgirtina sivîlan li gundewarê kantona Girê Spî didomîne. Ew jî dibe sedema pêlên koçberiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Aqîbê pêk anîne, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku mudexele bike û rê li pêşiya binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Hesekê teşwîq kirin ku partiyên siyasî yên Kurd, yekrêziya Kurd pêk bînin, zihniyeta desthilatdar û berjewendiyên partiyetî yên ku li pêşiya pêşketina wan ji bo ku doza xwe çareser bikin digirin, berdin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên Kurd ên kantona Kobanê teqez kirin ku dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan dîl girt û tecrîd lê ferz dike ji ber ku fikrê wî yê demokratîk ê ku banga bicihkirina aştî û wekheviyê li Rojhilata Navîn dike, red dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê komxebata yekemîn a malbatên keç û jin ên li Reqayê li hola El-Tac lidar dixe saet 14:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber topbarana domdar li dijî bajarê xwe zehmetî kişandin. Tevî malbata xwe ji hêla çeteyên Tirkiyê ve hatin girtin dibêje: “Li gund û bajarên me jiyan ne maye.” Her wiha teqez dike ku wan ewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Tevî  şertên dijwar di nav kampê de,  lê ken ji rûyê zarokan qut nabe. Hêviyên wan di vegera malên xwe de kom bûn. Ev dîmenên dijwar û xweşik di Kampa Weşûkanî de ji tevahiya cîhanê re îsbat dikin ku şer bêgunehiya zarokan nakuje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarokê Til Şayir xebatên avakirina du pirên ku zêdetirî 50 hezar kes bi navçeya Şedadê û bajarê Hesekê ve girêd didin bidawî kirin. her wiha hewl dide sûka Deşîşa ya sereke birêxistin bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA