-Li dijî qetilkirina Jîna Emînî û ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilat û Îranê, jinên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê meşekê li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyên du şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar vedişêrin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa navçeya Qamişlo têkildarî qetilkirina Jîna Emîn û serhildana li Rojhilat û Îranê daxauyeniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Rûspî û şêniyên rojavayê Dêrazorê pêngavên ewlehiyê yên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kir û banga domandina mîna van pêngavan li QSDʹê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Welatiyên herêma Firatê destnîşan kirin ku çiyayên Kurdistanê ji bo dagirkeriya Tirk dergehekî sereke ye ku Rojhilata Navîn dagir bike. Şêniyan gotin PDK’ê di destê dagirkeriya Tirk de bûye çeka qirkirina Kurdan û pêkanîna planên Osmaniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesta hikumeta Paşînyan a ku 2 gerîla radestî dewleta Tirk kiriye, bi dijminatî bi nav kir û bang li gelê Ermen kir ku ji hikumeta xwe bixwaze ku helwesta xwe biguhere û li hember siyaseta dewleta Tirk bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Parêzeran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker vê qanûnan binpê dike û mafê hêviyê yê rêber Abdulah Ocalan asteng dike.Her wiha dayikên aştiyê yên li Helebê jî diyar kir ku tecrîd û şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi hev ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Siyasetmedarên ji Reqayê bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hember kampa Hol bîne cih ku Rêveberiya Xweser bi tenê barên wê kampê radike. Her wiha hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPG û YPJ`ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de pîroz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
RAPOR
-Careke din xwepêşandanan li Siwêdayê dest pê kir. Çalakvanekî siyasî diyar kir ku krîza li herêmê girantir bûye û êdî xelk nikare nan jî peyda bike. Her wiha eşkere kir ku hikumeta Şamê gel ber bi şer ve dehf dide û eşekere kir ku gelê Siwêdayê ber bi rewşeke zêdetir rêxistinî û aktîftir ve diçe. (BI WÊNE).
- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku şêniyên gundên Şera û Şêrawa yên nêzî eniyên şer ji çavkaniyên wan ên debarê bê par bihêlin, wan ji berhevkirina zeytûnan, çandin û berhevkirina zeviyên wan bê par dihêlin. 3 hezar û 550 hektar bê çandinî mane û berhemên 149 hezar daran jî nehatine berhevkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
- Jinên li Rojava diyar kirin ku serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêza xwe ji şoreşa jinan li Rojava digire ku bi şoreşa demokrasî û wekheviyê tê naskirin. Her wiha jinan destnîşan kir ku wê dawiya zihniyeta dîktator a li dijî azadiya jinan, li ser destê jinan be. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA