ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê merasîmê bîranîna şehîd Rustem Cûdî li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a kantona Hesekê konferansa xwe li xwaringeha Teyfûr li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêmên Bakur û Rojhilatê Spûriyê 4 hezar û 92 dibistan li pêşiya 90 hezar  şagirt vedibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfeya Jinê ya Azad kilînên gerok a welidandinê ji bo rewşên awarte bi merasîmê li navenda ciwanan a bajarê Dêrikê vedike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyekê li Qada Azadî dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî bi kongreyeke çapemeniyê li kampa Berxwedan a Şehbayê bi dawî dibe, dê navên fîlmên serkeftî werin ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbicê Ehmed El-Yûsif daxuyand ku armanc ji derxistina fitneyê û têkbirina ewlehiyê, tawanbarkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye da ku nikaribe aramî û îstiqrarê li herêmê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku dewleta Tirk destkeftiyên şoreşê dike hedef û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nakokiyên di navbera komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de yên ji ber nelihevkirinên li ser talankirin û dabeşkirina milkên sivîlan, zêde dibin. Hin çavkaniyan piştrast kir ku şer û teqînên ku di nava çeteyan de pêk tên, ji ber bêbaweriya wan bi hev e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê krîzeke aborî û jiyanî heye, Misir bi rêya veguherîna forma Gazê ya Deryaya Spî rêxistineke navneteweyî derbeyeke mezin li Tirkiyê xist. Li aliyekî din jî aloziya Lubnanê vegeriya merheleya sifir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-11 derhênerên jin ên sînemayê, bi fîlmên li ser rewşa jinan, beşdarî Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî bûne. Nîşaneya jinan wekî sembola xelatên mîhrîcanê hate pejirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Endamê rêveberiya Mîhrîcana Lêlûnê ya Navneteweyî got gelek rexnegirên sînemayê yên navneteweyî piştgiriya mîhrîcanê kirin. Her wiha destnîşan kir ku dê sibê (27`ê Îlonê) bi rêya Skaype encam bên ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên pembo amadekariyên firotina berhemên xwe ji bo bazirganan dikin. Rêveberiya Xweser danîna buhayê firotinê ji cotyaran re hişt û deriyên gumrikê li cotyaran vekir. Vê yekê di nav cotyaran de fikrên cuda derxistin pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA