ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Bijîşk Enter Sîno, ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê got: “Tedbîrên sereke yên ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê mayîna li mal û paqijî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xebatkarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tenduristiyê, dikanan, firinan, ragihandinê ku qedexeya derketina derve ji wan re jî derbasdare lê ji bo xizmeta gel ji derve ne gotin: “Em ji bo selametî û xizmeta kesên di mal de li derve dixebitin. Hûn jî ji bo silametiya xwe û ya me di mal de bimînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Mûsa Avşar got: “Rejîma Îranê krîza vîrûsa Koronayê paşguh kir. Ev yek bû sedem ku li 219 bajaran 10 hezar û 900 kes bimirin. Rejîma Îranê tîmên tenduristiyê yên biyanî qewitandin, ji bo ku hejmarên rastîn ên rewşên vegirtina vîrûsa Korona û kêmasiyên amûrên tenduristiyê û dermanan veşêre.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Li gundewarên başûrê bajarê Kobanê di çend mehan de 2 caran kurdam li zadê şêniyan xist. Ji ber wê jî moralê cotkaran ketiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendeya Zemhêrê ya kantona Kobanê li bakurê Sûriyê bang li şêniyan kir ku giliyê xwediyên dikanan û bazirganên ku rewşa heyî bikar tînin û bihayan bilind dikin, bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA