ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê meşekê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê bi boneya salvegera 6'an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê û salvegera 7'an a ragihandina Rêveberiya Xweser şahiyekê li qada Şehîd Egîd li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Ehmed El-Casim got, hêzên herêmî û komên çete hewl didin ewlehiya Dêrazorê xirab bikin da ku projeya neteweya demokratîk têk bibin. El-Casim diyar kir ku hêzên ewlekariya ji bo xurtkirina ewlehiyê gelek tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Endizyaran a Kantona Cizîrê konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên Hesekê diyar kirin ku armanc ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê dagirkirina herêmê û guhertina demografya wê ye. Şêniyan banga yekitiyê li partiyên kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên Hesekê gotin ku felsfeya rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî guncaw ji bo xêzkirina pêşeroja nû ya Rojhilata Navîn e, her wiha destnîşan kirin ku destkeftiyên ku hatine bidestxistin berhemên ramanê rêbertî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên bajarê Reqayê bi meşekê qetilkirina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar dikin. Meş ji çerxerêya Agirkujiyê ya naverasta bajêr dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla yên navçeya Girkê Legê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Dêrikê daxuyaniyekê didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzera rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal destnîşan kir ku tecrîd her ku diçe girantir dibe û rewşa şer a domdar bi xwe re tîne û got “Di salên dawîn de tecrîd girantir dibe û ev yek jî nîşan dide ku dê polîtîkayên dewleta Tirk ên bêçareseriyê berdewam bikin.” (BI WÊNE ).

- Endamên TEV-DEM`ê diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe li hemberî sûcdar û dijminan dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên navçeyê Dirbêsiyê gotin: "Em ê li kêleka QSD'ê di xendeqekê de li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi nêzîkbûna derbasbûna 10 salan li ser aloziya Sûriyê re, parêzgeha Derayê careke din dikeve rojevê. Hikumeta Şamê û Firqeya Çaram a alîgirê Îranê hêzên xwe li wir kom dike. Xiyas Neîse li ser mijarê dibêje: " Nakokiyên li Dera û başûrê Sûriyê, nîşaneyên hebûna lihevkirinekê di navbera Rûsya, Îran-hikumeta Şamê û dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye. "(BI WÊNE).

- Rûspiyên Dêrazorê destnîşan kirin ku erka xweparastinê mafek e û divê hemû pêk bînin, ji ber ku divê herêm ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê were parastin. Rûspiyan biryara Nivîsgeha Parastinê ya girêdayî erkdarkirina ciwanên Dêrazorê ku erka xweparastinê pêk bînin, erênî nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Rûdanên piştî ziyareta şandeya Tirk a faşîst a Bexda û Hewlerê, ku di 18’ê Çileyê de dest pê kir, di heman demê de navaroka daxuyaniyên piştî serdanê û nêzîkbûna aliyan jî zelal dikin.

CIVAK Û JIYAN

- Rûspiyê eşîra El-Neîm, Elî Şêx Salih banga serhildanê li hemberî dagirkeriyê kir û got: "QSD'ê nûnertiya me dike, ji ber ku hêza tekane ye ya ku herêm rizgar kir û diparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA