ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên konvedanê û mertalên zindî li ser sînorê Girê Spî berdewam in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê  du endamên şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê girtin. Yek ji wan ji xetertirîn çeteyên DAIŞ`ê yê ku li Bakurê Sûriyê tê hesibandin e. Anajsa me hevdîtinek girêdayî erk û êrîşên pêk anîne, bi çeteyan re çêkir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew bi saya keda şehîdan di nava azadî, aştî û ewlehiyê de dijîn û wiha gotin: “Divê her kes piştgiriya malbatên şehîdan bike. Erka me ye ku em xwedî li malbatên şehîdan derkevin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Li Rojavayê Kurdistanê pergala parastina cewherî ji rêbazên ku civak ji bo parastina nirxên xwe ji xeteriyên ku nasname, çandî û di pêkanînê de ye. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pergal pêş xistin ku êdî bûye saziyeke hevgirtî ji tax, gund û bajaran bigire heta eniyên şer ên li dijî êrîşên derve û yên terorîstan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Mirîî El-Şiblî sedamên paşdeçûna têkîliyên Tirkiyê û Rûsyayê û bandorên wê li ser rûdanên ku bi lez li Idlibê rû didin diyar kirin. Her wiha hesasiyeta pêvajoya heyî destnîşan kir û diyar kir ku di vê pêvajoyê de hevgirtina kedan û xebatê ji bo derbaskirina astengiyên bidawîkirina aloziya Sûriyê pêwîst dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê diyar kir ku nêrînên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameyên xwe yên dawîn de pêşkêş kirine, encamnameyên yekane ya çareserkirina krîzan in û bang li Tirkiyê kir ku sûdê ji derfetê bigire ku aştiya daîm li herêmê pêk bîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Endamê Kongreya Star binpêkirinên desthilatdariya Tirkiyê li dijî sivîlan bi taybet jinên ku li hember kiryarên Tirkiyê der heqê şaredariyên bakurê Kurdistanê de derketine şermezar kirin û ew kiryar bi tirsonek û ne exlaqî wesifandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVA Û JIYAN

Endazyarê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Ziyad Hacî got binesaziya kevin a bajêr êdî ji ber gelek sedeman bi kêr nayê. Ji lew re şaredarî li ser guhartina wê dixebite.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser hejmara cotkarên ku zirar ji şewatên li herêmên Rêveberiya Xweser dîtine, aşkere kir. Da ku wan di demeke nêzî de tawîzan bidin wan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA