ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Ezîz Colî li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir dikin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êla El-Bû Xalib ên ji qebîleya Şerabîn gotin, fikrê Rêberê Neteweyî Abdullah Ocalan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zordestan xilas kirin. Her wiha diyar kirin ku nameya dawîn a Ocalan ji bo parastina rûmeta mirov bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Efrînê ya ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin sûcên ne mirovî ji kuştina sivîlan, xirabkirina xwezayê û guhertina demografîk berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiyên Kurdî yên Bakur û Rojhiltê Sûriyê yên serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, bi civînekê li navenda Têkiliyên Giştî ya bajarê Qamişlo encamên serdanê eşkere dikin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a turnuveya Şehîdên Berxwedana Serdemê, Yekîtiya Werzîşê qonaxa duyemîn li Stada Şehîdên Şêx Meqsûdê dest pê dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya 6‘an li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar dixe, kongrê dê du rojan dewam bike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek zarokên li kampa Serdemê a li kantona Şehbayê dimînin, dema xwe li pirtûkxaneya Serdem derbas dikin, li kêleka daran pirtûkên ku rêveberiya pirtûkxaneyê pêşkêşî wan dike, dixwînin û behreyên xwe di xwendinê de pêş dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya pêşxistina prosesa perwerdeyê de bi perwerdekirina mamosteyan dest pê kir. Hevseroka desteyê sedemên cudabûna demên dewreyan di navbera rêveberiyan de diyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji malbata Hemûd Diyab ê ji taxa Şêxmeqsûdê 3 zarok ji ber zewaca xizman di mejiyê xwe de astengdar in, rêxistinên mirovî bi wan re nabin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo îbtalbûna pomban û xerçkirina zêde ya bê serûber ji aliyê welatiyan ve av neghêje gelek malên taxa Kornêş a bajarê Qamişlo. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî zengînbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erdên berhemdar ku dikarin rêgeza xwetêrkirinê ji herêma Firatê û herêmê derdorê re peyda bikin, mijara bihabûna nirxan ji mijarên herî zêde ku behsa wê tê kirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA