​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-9-2022`YAN

Kongra Star ji bo şermezarkirina kuştina jina ciwan Jîna Emînî li çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo xwepêşandanekê li dar dixe, di saet 10:00’an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa xwe ya 3’emîn li dar dixe, di saet 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê hewl dide ku planên dewleta Tirk pêk bîne da ku şerekî navxweyî biafrîne. Her wiha bang li PDK`ê kirin ku dev ji xiyanetê berde

Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku divê civata navnteweyî berpirsyartiyên xwe li hemberî kampa Holê bi cih bîne û hişyarî da ku kamp zemîneke guncaw ji bo vegera DAIŞʹê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hikmeta Hebîb da zanîn ku diviyabû hikumeta Şamê ya îdiaya nîştimanî dike serferberiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ragihîne û li ser nêzîkbûnê Hebîb xîtabî Şamê kir û got: "Mîna van rewş û tevgeran bandorê li rewşa nîştimanî ya Sûriyê dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û hiqûqnasên Ereb û Ermen biryara rejîma Tirk a bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji qanûna "Mafê Hêviyê" şermezar kir û got, li gel bêdengiya civata navneteweyî, dewleta Tirk binpêkirinên qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî taybet yên dan û standinên bi rêber Ocalan re didomîne.

RAPOR

“Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Mîlliyetgiriya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike.”

CÎHAN

Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ragihand ku têkiliyên wê bi hikumeta Şamê re vegerin. Lê Hikumeta Şamê tu însiyatîfên pêşwazîkirinê nîşan neda. Her wiha bi rêya ragihandinê êrişî Tevgera Hemasê kir. Bi wê re nîşaneyên nû derketin holê ku dê têkiliya navbera Hemas û Şamê de kontrol bikin.

CIVAK Û JIYAN

Bi daketina pileyên germahiyê re, cotkarên Amûdê dest bi çandin sebzeyên payîzê û zivistanê yên curbecur kir, da ku li gel dorpêça li ser herêmê xwetêrkirinê pêk bînin.