ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-3-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Koma lezgîn ên pispor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona, di dirêjahiya 24 saetan de kar dikin. Ev tîm li gorî pergalekê ku Şaneya Kirîzê diyar kiriye dixebitin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Belavbûna vîrûsa Korona (COVID-19) tirseke mezin li seranserê cîhanê ava kir. Hema bêje jiyan bi temamî rawestand. Lê belê ev ne cara yekê ku mirovahî rastî şewbeke bi vî rengî tê, beriya niha jî gelek şewbên din derketibûn. Gelo çawa ev şewb hatin derbaskirin? .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên herêma Cizîrê li rex pêkanîna biryara qedexeya derketina derve û parastina paqijiya kesayetî gelek tedbîrên xweparastinê digirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Şedadê gotin: "Xweparastin, karantîna û qedexeya derketina derve ji girîngtirîn hîmên silamtiyê ne û parastina civakê ye." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li kantona Şehbayê, bi çavdêriya Heyva sor a Kurd werşeyek ji bo parastina ji vîrûsa Koronayê maskeyan didirû. Dê maske li şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê belav bike. Ji bo ku şênî karibin xwe biparêzin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku tevî qedexeya derketina derve, divê her malbatek tedbîran di nav malên xwe de bigirin. Jê parastina paqijiya kesayetî, li hev kom nebin û ji mal dernakevin. Ji bo ku bi hev re li dijî vîrûsê biserkevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA