ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Fermandar Riyad El-Xelef diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan hat dayîn û got “Hewldanên dagirkeran li ser zêdekirina baregeh û noqteyan di gundê aram de hene. Em destûrê nadin ku axa me dagir bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên xwe li gundewarên li rojavayê navçeya Til Temirê li seranserî M4 zêde dikin.

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye tecrîda girankirî a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku dewleta Tirk siyaseta ji hev bixe bi serkeve, dimeşîne, lê pêkhateyên Rojava dê şopdarên rêgeza rêber Abdullah Ocalan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwendekarên herêma Efrînê di warê perwerdeyê de gelek zehmetiyan dikişînin, ji wan kêmbûna hejmara pirtûkan û bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ku nehêle pirtûk derbasî kantonê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, di hundirê sawûma Şergirakê û derdora wê de şertên di mutabakata navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hatine paşguhkirin û peyman têk daye; bi ser de mewzî û çeper çê kirine, gelek noqte û baregeh ava kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rûsya ji Cotmeha borî de bi dewleta Tirk re peymanek li ser garantiya ewlehiya herêmên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îmze kir. Lê tevî wê Moskov sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji topbaran, qutkirina rêya M4 û qutkirina avê li ser şêniyan, paşguh dike. (BI WÊNE).

- Bajarê Reqayê anku paytexa çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û DAIŞ di aliyê erdîngariyê de têk çû. Salek beriya niha lîderê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin piştre alîkarê wî hate kuştin. Lê DAIŞ bi dawî nebû. Berovajî wê li cihên ku artêşa Tirk lê hene serçete û endamên DAIŞ'ê hene. (BI DÎMEN).

CÎHAN

- Gengeral Ehmed El-Mismarî got, sûcên dewleta Tirk ên li Lîbyayê heta roja îro tevî peymana leşkerî ya 5+5 a li Cinêvê ranewestîne. El-Mismarî da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk ji bilî fişarên mezin ên navneteweyî ranawestin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-3'yemên Mîhrîcana Sema ya Govendên Gelerî di roja duyemîn de li kampa Berxwedan didome, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Aliyên Kurd ên danûstandinên "Yekitiya Kurd" li dar dixin hin şertên ku aliyekî diyalogê danîne eşkere kirin. Ji wan şertan jî ku mîna binketina diyaloga Kurdî-Kurdî ye û wiha ye; Rakirina meteryala Kurdî da ku yekitiya Kurd pêk were.

CIVAK Û JIYAN

-Cotkarên li Minbicê dest bi berhevkirina zebzeyên zivistinê û daxistina wan li bazaran kirin. Saziya Çandinî desteka cotkaran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA