ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê nasnameya gerîleya YJA-Starê Sînem Yûsif (Dunya Destan) ku li çiyayê Kurdistanê şehîd bûye radighîne. Li navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a Dêrikê sersaxî tê qebûlkirin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Çileyê li Goristana Şehîd Dîcle bi bîr tînin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navenda wêneyên Resonansiya Magnetic li bajarê Qamişlo vedike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4‘emîn Mîhrecana Şano ya Mîtan li ser dika şanoyê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê destpê dike, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Abdulrehman Erneb ji bbreiya 28 salan bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Erneb dibêje: “Rêbertî hertim banga yekîtiya Kurdan dikir.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Macid Temo yek ji şêniyên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji warê wî yanî ji Serêkaniyê koçber kirî ye. Temo got: “Dîmenek hat ji min re. Di dîmen de artêşa Tirk mala min xirab dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di demên dawîn de lîreya Sûriyê beramberî dolar daket. Di encamê de kirîzeke aborî çêbû û welatî pirsa çareseriyê dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Dîmenên operasyona leşkerî yên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li herêmên "bêçek" êdî diyar dibin. Ji aliyekî din ve  lûtkeya Berlînê nameyên rêgirtina li pêşiya Tirkiyê dan lê encamên wê nizm bûn di dema ku li Lubnanê hikumetek nû ava dibe û li Iraqê rewş krêtîk e. (BI WÊNE).

DOSYA

- Şerê li Kobanê pêngaveke dîrokî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ye. Ev çete piştgiriyê ji Tirkiyê digirin. Li gel serkeftinên QSD‘ê yên mezin û piştevaniya cîhanê, dewleta Tirk bê çare ma. Ji ber vê yekê şerê tolhilndanê ragihand û dest bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Li gel wê gefan li Kobanê dixwe û bi hezaran çete li Sûriyê, Lîbya, dewletên Afrîka û Ewropayê belav kir. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji beriya du salan ve malbata Xedîce El-Hisên a koçber di nava rewşeke gelek zehmet de ye. Malbata ji 8 kesan di maleke kavilkirî de dijî daxwaza derî û pencereyan dike da ku wê ji seqema zivistanî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Encama êrişên hovanê li ser sivîl û malên wan ziyanên mezin pêk hatine. Yek ji şêniyên Um El Kêf yê girêdayî navçeya Til Temir Fatma Ehmed ku mala wê ziyanên mezin girtinê diyar kir ku bi  êrişan berxwedana wan nasikinê û diyar kir ku çiqas dagirker xerab bikin ew ê dîsa ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyeke ji pisporên aboriyê û rêveberan ava kir. Da ku ji krîza aborî re bibin bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).- Xwendekarên koçberên ên li Şedadê piştî belgeyên xwe  tomar kirin û rêbazên dibistanan li navçeya Şedadê bi dawî kirin, dibistan amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Deşîşê fikarên xwe derbarê zêdebûna êrişên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xwendekarên koçberên ên li Şedadê piştî belgeyên xwe  tomar kirin û rêbazên dibistanan li navçeya Şedadê bi dawî kirin, dibistan amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA