ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2022`YAN

HRRK`ê bi armanca nîqaşkirina geşedanên dawîn li Rojava civînekê ji rewşenbîran re li Qamişlo li navenda xwe li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Girkê Legê tev li merasîma sersaxiyê yê gerîlayê HPG`ê Hesan Selmo dibin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêmê derdikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tundiya li ser jinan derdikevin xwepêşandanê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan Mîlad Munîr Mîro li goristana şehîdên Suryan ên Asûr oxir dikin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El Ehmed diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk li derdora QSDʹê kom dibin û got "Bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst komployeke navneteweyî li dijî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser heye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka MSDʹê Emîne Omer diyar kir ku “erkên şeklî yên ku di nava rejîma desthilatdar a hikumeta Şamê de ji jinên Sûriyê re hatine diyarkirin, jineke bêîrade û bêyî têkoşîn afirand”. Emîne Omer bang li hemû jinên Sûriyê kir ku li dijî şîdetê têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar û hiqûqnasan da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê "sûcên şer ên giştî ne" û got: "Divê dewletên hîna wateya mirovahiyê dizanin dawî li van êrişên dewleta Tirk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Komîteya Belgekirina binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, parêzer Viyan Eyûb diyar kir ku komîte dixebite da ku mekanîzmeyekê peyda bikin ji bo li dadgehên navneteweyî giliyê Tirkiyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên kurd û ereb ên Til Temirê diyar kirin ku ew di parastinê de xwe dispêrin hêzên xwe û bêdengiya hêzên navnetweyî li hember sûcên dewleta Tirk rexne kir.

Koçberên Efrînê yên ku li kampan dimînin tekez kir ku berxwedan û birêxistinbûn rêya herî bibandor e ji bo derbaskirina dorpêçê û polîtîkayên qirêjî yên li dijî wan tên meşandin. Koçberan got "Dorpêçkirin îradeya me têk nabe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Tundiya li ser jinan rêyeke sîstematîk a di dîroka mirovahiyê de ye ku sîstemên olî, civakî û siyasî tê de beşdar dibin û armanc jî yek e anku biçûkxistina jinan, rakirina rola wê ji navend û çalakiyên biryardayînê, her wiha dûrxistina wê ji rola wê ya rastîn a ku bi hezaran salan di nava civakê de dilîst. (BI WÊNE)

Femîsîda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êriş, hewldanên têkbirin û qebûlnekirinê li ber çavên cîhanê tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 10 mehên dawîn de li herêmên dagirkirî 9 jin qetil kirin û 46 jin revandin. Balafir û firokeyên dagirkeriya Tirk 9 jinên pêşeng ên li dijî DAIŞ şer kirin, şehîd xistin. (BI WÊNE)

ANHA