ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêveberiya Jinan a Reqayê bi diruşma "Bi rengên pêkhateyan kevneşopiya me geş dibe" Mîhrîcana Jinan a Firatê ya yekemîn li stada Beledî ya Reqayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo şehîd Bêrîtan di salvager 28'an a çalakiya wê ya fedayî bi bîr tînin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê – Şaxê Hesekê Farûq Tozo got, êzidiyên li Sûriyê piştgiriya êzidiyên Şengalê dikin û destnîşan kir ku peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê ziyanê dighêne Şengalê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê nerazîbûna xwe li ser daxwaza ENKS`ê ji rakirin metiryalên bi zimanê kurdî diyar kirin û gotin : "Armanc ji daxwazên ENKS`ê xirabkirina bingeha yekitiya kurdî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

Di hefteya borî de Tirkiyê nuqteyên xwe yên ku ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin ji hev xist. Misir, Yewnanistan û Qibirsê soza bersivdayîna provakasyonên Tirkiyê dan. Li aliyekî din aloziya Lubnanê ji danasîna nav veguherî erkdarkirina serokê hikumetê.

JIN

-Têkoşer Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û bi qêrîna “Na ji îxanetê re” çalakiyeke fedayî pêk anî û rûyê rastîn ên xayinan eşkere kir. Bi vê yekê dîroka jinên berxwedêr a li dijî îxanet û dijminan nîvîsand. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk ji dema ku herêmên Sûriyê dagir kirin ve, bi rêya ferzkirina zimanê tirkî û guhartina demografiya herêmê siyaseta tirkkirinê pêk tîne. Herî dawî peymangehên bi zimanê tirkî li Girê Spî vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hin malbatên di kampa Holê de dixwazin ji kampê derkevin, lê beşekî mezin ji ber gelek sedeman naxwazin ji kampê derkevin. Rêveberiya kampê piştrast kir ku xizmetên ji malbatan re tên pêşkêşkirin, dê wek xwe bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA