ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  25. 09. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Parêzerên navçeya Dirbêsiyê gotin, rêxistinên mirovî ji tecîrda li ser Rêber Ocalan tê meşandin berpirsyar in. Parêzeran anîn ziman ku binpêkirinên bi mafên rêbertî li dijî qaûnên navdewletî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl got, destûra ku hemû pêkhateyên Sûriyê negire nav xwe nûnertiya gelê Sûriyê neke. Xelîl destnîşan kir ku xeteriya Tirkiyê hîna heye, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî wê amade be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şîrovekerê siyasî Xorşîd Delî got: " Komîteya destûrî encama lihevkirina berjewendiyên Garantorên Astanayê ye û Guterres biryara navdewletî ya bi hejmara 2254 a beşdarkirina çînên gelê Sûriyê di çareseriya siyasî de binpê kir. "(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û pisporê karûbarên Îsraîlê Mihemed Xelîl got, Gantz û Netanyahu ji ber siyastên wan ên ji hev cûda her yek dixwaze yê din dûr bixe. Her wiha diyar kir ku gelek mijar hene li pêşiya herduyan dibin asteng ji bo ku hikumeteke yekgirtî ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Navnda Jineolojî ya bajarê bajarê girêdayî wekheviya di navbera herdu zayendan, zewaca bi temenê biçûk, tundiya li ser jinan û jineolojî komxebatekê li hola Firatê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Tenduristiyê ya navçeya Erîşa xizmetê pêşkêşî şêniyên 32 gundan û di nava mehekê de zêdeyî hezar û 200 nexweş ku piraniya wan zarok bûn tewdawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA