​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

POLÎTÎKA

- Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Mihemed Rebî Dêhî got dewleta Tirk NATO’yê ji bo pêkanîna hedefên xwe yên li herêmê, nexasim li Lîbyayê bi kar tîne û rewşa niha ya li hember polîtîkaya berfirehkirinê ya dewleta Tirk û parçebûnên li herêmê, xeternak e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Şerê taybet ku yê hinek saziyên taybet ên şaristaniya dewletî ye û hin deman weke kirineke taybet tê bicihanîn, di rastiyê de amûreke êrîşê ya sereke ye ku dewletê li dijî civakîbûnê daniye holê. Ango Şerê Taybet wan hemû amûr û rêbazan vedihewîne ku li dijî civakîbûna mirov û li dijî lihevkirina wê ya bi sirûştê re hatiye avakirin.(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

- Helbestvanên ji pêkhateya Ereb yên beşdarî  Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Çaremîn bûne, diyar kir ku pêşangeh rengê çand û olên li herêmê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Helbestvan Apo Cemîl Îso (91) gelek ji zimanê Kurdî hez dike û têde pispor e. Qurmiçên ku li ser rûyê wî çêbûne,  çîroka têkoşîna wî vedibêjin. Bi dehan beytên helbesta Kurdî ezber kiriye û li her derê vedibêje. Heta ku navê ‘Vebêjê helbestên gerok’ lê hatiye kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Rêveberiya Jinan a Tebqayê semîrner, panel û bi dehan serdanên ji malan re pêk anîn lê dîsa jî rêveberî van çalakiyan kêm dibîne û çalakiyên aborî zêdetir derketin pêş. Rêveberiyê ji bo pêşketin û avakirina aboriya jinên li gundan gelek plan danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Karkerên rojane kar dikin bi taybet ên ku tev li Yekitiya Kedkaran nebûne, di şert û mercên aborî yên dijwar re derbas dibin. Hin caran bê kar dimînin û ji aliyê xwediyê kar ve tên bikaranîn. Li aliyekî din endama rêveber a Yekitiya Kedkaran bang li wan kir ku xwe di yekitiyê bi rêxistin bikin da ku mafên xwe misoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA