ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya 8‘emîn a PYD‘ê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlan di roja duyemîn a dawî didome, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclia navçeya Şêrawayê der barê êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeyê daxuyaniyekê li kampa Vegerê dide, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê êla El-Agîdat a bajarê Dêrazorê Silêman El-Xelef got: “Em destwerdana derve di axa Sûriyê de red dikin. Em banga diyaloga Sûrî-Sûrî dikin.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Efrînê yên Kurd, Ereb û Turkmen gotin: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta parçekirina gelê Sûriyê dimeşîne. Lê êrişên dagirkeriyê girêdan û yekîtiya me xurttir dike.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Mihemed Til Kerma got: “Serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên ramanê Rêber Abdullah Ocalan in. Ramanê Ocalan garantiya tekane ya ewlehiya herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi zêdebûna hejmara koçberan re Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî amadekariyên pêvajoya duyemîn a avakirina kampê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Şahoz Hesen got: “Şoreşa Rojava bûye mînaka yekîtiya niştîmanî ya Kurdistanî. Partiya Yekîtiya Demokratîk yekîtiyek neteweyî di navbera pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava kir û di pêvajoya derbasbûyî de dengê gelê herêmê bi rêya hevdîtinên xwe yên dîplomasî gihand cîhanê.”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî got: “Divê “Encumena Niştîmanî ya Kurd” li xwe vegere.”.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Mîhrîcana duyemîn a huner û wêjeya jinan a Minbicê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kanotna Kobanê çalakiyên 8‘ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinên Kedkar bi rêzecivînan dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdên komkujiya Til Rifetê gotin: “Berxwedana me wê  berdewam be, heta ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ava taxa Dahiye ya Hesekê  kêm e. Hevserokatiya Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê diyar kir ku sedema kêmbûna avê ew e ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona Elok a av jê tê dagir kirine. Destpêkê 30 bîran av dida Hesekê lê niha tenê 15 bîr dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêlên seqemê yên li du hev bi awayekî mezin bandor li şitilgehên şênkahiyan li gundewarê Reqayê kir û bû sedema ku bi temamî telef bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA