ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvgera êrişên li ser Efrînê panelekê li hola Efrîn a herêma Şiqêf a Helebê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçe û bajarên kantona Qamişlo li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên pêkanîna êrişekê li dijî Şengal û Dêrikê dadikevin qadan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî diyar kir ku ne dûr e ku dewleta Tirk êrişî herêmê bike û got: "Her êrişek tê wateya şerekî nû yê bê dawî û dê şerekî vekirî li seranserî sînor ji Dêrikê bigire û heta bi Efrînê ve be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Kurdên li navçeya Til Temirê bang li ENKS'ê kirin ku rêzê ji rêgezên şoreşê û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin re bigirin û ji îtîlaf û dewleta Tirk dûr bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Nivîsgeha Jin a TEV-DEM'ê têkildarî qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr daxuyaniyekê li parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kir û got, êrişên dagirkeriyê tevgera şêniyên navçeyê û gundewên wê pûç kir û bandoreke li pêwîstiyên jiyanî yên sereke kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a kantona Hesekê destnîşan kir ku armanca hedefkirina plankirî ya jinan xurtkirina destpotiyê û têkbirina rola jinan û got: "Hedefkirina rêveberên me ji aliyê hêzên tarî ve, îsbat dike ku em li ser xeta durist dimeşin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên komxebata Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi rêya "Online" gotin, hewlcedariya jinên Rojhilata Navîn bi avakirina eniyeke jinan heye ku mafên wan jinan biparêze û piştevaniyê bibe beşdarbûna jinan di qada siyasî de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-‘Berxwedana Kobanê berdewam e.’ Ev hevok bû manşeta gelek rojname, kovar û kanalên televîzyonan. Çavên cîhanê li berxwedana Kobanê bû ku deng veda. Cara yekemîn bû ku ciwanên bajarekî kurdî yê biçûk li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe dida. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên Êzidî yên li Efrînê pêk tîne, asta sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê kirine derbas bike. Ev sûcanan li pêşberî çavê civaka navneteweyî tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinûve vekirina deriyê Salhiyê yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, gaveke girîng ji bo kontrokirina ewlehiyê û rêgirtina li ber derbasbûna şaneyên veşartî ye. Her wiha gavek ji bo rêgirtina li ber derxistina madeyên ji herêmên Rêveberiya Xweser bi awayekî qaçaxî ye(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Odeyên şerê taybet hene ku ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve li ser înternetê, kanalên televîzyonan û li ser toreyên tevna civakî, têne birêvebirin. Bi awayekî pisporane 24 saetan dixebitin da ku bandorê li mêjiyê gelê li Dêrazorê bikin da ku li dijî Rêveberiya Xweser derkevin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Hesekê gotin, armanca ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên ku şaneyên DAIŞ'ê pêk tînin, şikandina îradeya gelên herêmê û xirabkirina ewlehî û aramiya wê ye, her wiha bang li Rûsya "Garantor" û Amerîkayê kir ku sûên dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA