ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komîteya Têkiliyên QSD`ê bi şêx û rûspiyên eşîrên navçeya Tilberakê re di seat 12:00`an de dicivin(BI DÎMEN Û WÊNE)

-Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê navçeya Tirbespiyê derbarê koçberiya bi darê zorê bi gel re li hola Siyahî ya Bakurê navçeyê di seat 11:00`an de dicive . (BI DÎMEN Û WÊNE)

-Fermandarê YPG`ê piştrast kir, ku şerê li dijî terorê nexasim li herêmên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî berdewam e. (BI DÎMEN Û WÊNE(

-Artêşa Tirk piştî malbata Şiblî ji Girê Spî derketin, malên malbatê hilweşandin û wan bi tewana çekên giran ên rejîma Sûriyê li cem malbatê ye tewanbar kirin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

POLÎTÎKA

- Riyad Derar got, projeya Erdogan (Osmanî) lihevkirinên navdewletî derbas dike, lê wê têk biçe û bi parçebûna Tirkiyê bi encam bibe. Derar destnîşan kir ku koalîsyoneke nû bi serokatiya Rûsya heye armanca wê hêzên Amerîkayê ji herêmê derxîne. Her wiha hişyar da ku şer dê hêzên tundraw li herêmê geş bike. (BI DÎMEN Û WÊNE)

-Endamê Desteya Rûspiyên Eşîrên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo piştrast kir ku pirsgirêkên heye bi saya fikirê Ocalan çareser dibin, lewma dewleta Tirk bi tirs e. (BI DÎMEN Û WÊNE)

JIN

-Fatima li bajarê Minbicê rîz çêdike û di nava bajêr de bi nav û deng e, çêkirina rîz ji diya xwe fêrbûye û wekî jêdera debara xwe dibîne. (BI DÎMEN Û WÊNE)

-Çîroka wê naşibihe çîrokên koçberan, carekê ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê û carekê ji ber êrişên artêşa Tirk koçber dibe. (BI DÎMEN Û WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Avê ya şaredariya Eyn Îsayê sedema qutbûna avê diyar kirin û bal kişandin ser bergiriyên çareseriya qutbûna avê. (BI DÎMEN Û WÊNE(

ANHA