ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  24.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Bi dirûşmeya "Çawa me teror têk bir em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çalakiyekê li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zanîngeha Rojava şertên mûfadeleyê kêm kir da ku derfetên bide gelek xwendekaran ku beşdarî zanîngehê bibin. Li aliyekî din jî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê fakulteyek û 3 peyamgehên din li zanîngehê zêde kir. Bi vê yekê hejmare fakulteyan dibin 8 fakulte. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dibe şahidê sûcên dagirkeriya Tirk ji îşkencekirin, birçîkirin û kuştinê di girtîgehên ku bi sivîlên kurd tijî ne. Derketina ji wan girtîgehan piştî ku bi astengdariyek daîmî dikeve mîna mucîzeyek rastîn bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dûrxistina rêveberiyê ji komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê, dê temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê û Yekitiya Werzîşê ya kantona Kobanê bi merasîmekê Stada"Dostaniya Norwêc û Kobanê" vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariyên Tirbespiyê dest bi ziftkirin û restorekirina rêyan kirine. Şêniyên hinek gundan dibêjin ku şaredarî girîngî dide hin rêyên şaxî û rêyên sereke yên aktîv paşguh kirin. Hevserokên şaredariyan vê mijarê zelal dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Elekrtîkê ya Girkê Legê xizmeta navenda navçe û 44 gundên girêdayî wê dike. Navend torên elekrîkê sererast dikin û çavdêriya wan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA