​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-11-2022`YAN

Nivîsgeha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên li ser herêmê û roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li parka Xwendinê ya Qamişlo daxuyanî dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiv da êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên wan. Şêniyan tekez kir ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û berxwedana wan li hemberî dewleta Tirk a dagirker didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspî û şêxên eşîran sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne şermezar kirin û got ew ê bi QSD'ê re li dijî van êrişan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla veşêre. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her roj komkujiyeke jinan pêk tê. Jin jî têkoşîna li dijî vê qirkirinê li kolanan, li parlamentoyê, li kargeh û malan û li hemû qadan didomînin. (BI WÊNE)

ANHA