ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Firatê konferansa xwe ya yekemîn li navenda çandê ya Sirînê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Kobanê û Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û bi armanca piştgiriya hêzên parêzvanên herêmên meş tên lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji fermandarên QSD’ê yê navçeya Eyn Îsayê Ezîz Xerbîsan, êrîşên li dijî navçeyê pêk hatine nirxand û got: “Hêza me pêşî li komkujiyeke mezin girt. Hewldan û amadekariya dagirkeran heye ku navçeyê yekser dagir bikin. Em li dijî van hewldanan 24 saetan hişyar in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk serî li hemû rêbazan dide da ku herêm di atmosfêreke aloz de dimîne rê li ber hemû çareseriyên siyasî ji Sûriyê bigire heta Lîbya û Qerebaxê digire. Li aliyekî din jî li ser dengê dahola şer demografyaya herêmên ku dagir kirine diguhere û polîtîkayên tirkkirinê ferz dike da ku rola xwe li van dewletan biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena got, rewşa awarte ku Amerîkayê li Sûriyê dirêj kiriye êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê kêm nake. Hena bang li civaka navnetewî û hêzên aktîv kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser gelên herêmê bisekinînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî destnîşan kir ku peymana li ser Şengalê ya di anvbera hikumeta Iraqê û PDK'ê de bi daxwaza Tirkiyê pêk hat û got, heger Êzidî vê carê jî hatin hiştin wê li pêşberî karesteke din bimînin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Ziman hêmaneke sereke ye ku nasname û çanda gelekî diyar dike. Dîsa jî beşdarbûna jinan di rêvebirina civakê de girîng e ku nabe were paşguhkirin. Gelo dûrxistina jinan di rêvebirina civakê de û paşguhkirina zimanê dayikê tê çi wateyê?

CIVAK Û JIYAN

- Serpêhatiya Mihemed asta tundiya malbatî ya li djiî zarokên Sûriyê vedibêje. Mihemed şahidê kuştina birayê xwe û dayika xwe ye; ew bi destê bav ve hatine kuştin. Lê heta niha tu kesekî ji ber vî sûcî hesab nexwestiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA