ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24. 10. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarê wê şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvendê ya şêniyên Minbicê ya bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk di roja çaremîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Ereb ên herêma Efrînê dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê red kirin û bang li gelê Sûriyê û eşîrên Ereb kirin ku li pêşiya êrişan bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Navçeya Til Temir Xelîl Xelo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi hezaran kes koçber bûn . (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Armanca bingehîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewama ‘Kembera Ereb’ e ya ji aliyê rêjîma Sûriyê de ku di sala 1962’yan de ji bo  ku herêmê ji Kurdan vala bikin. Erdogan û çeteyên xwe bi ‘Kembera Selefî ya Tirk’  hewl didin gav bi gav guhertineke demografîk ya nû pêk bînin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Nivîskarê urdinî Malik Asamne got: “Reftariya komkujî û qirkirinê ya ku Tirkiye di êrişên xwe yên li dijî Kurdên Sûriyê de, ji kînek dîrokî li hember gelê Kurd tê. Enqere her tim di têkiliyên xwe yên siyasî de û berjewendiyên xwe li ser bingeha kîn û metirsiya dîrokî ji gelê Kurd ava kiriye.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber êriş û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran xelkê Serêkaniyê neçarî koçberiyê bû. Jinên Serêkaniyê gotin:"Dewleta Tirk em koç kirin, em dixwazin vegerin hêlîna xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, Serêkaniyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên neçar bûne ku ji Serêkaniyê derkevin, gotin armanca sereke ya dagirkeriya dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê û qirkirina hemû pêkhateyan e. Di encama topbarana topavêjan û bombebarana balafirên dagirkeriyê de li ser wan bajaran, bajar kirin bin serweriya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA