ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2022

-Têkildarî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve, Kongra Star a navçeya Dêrikê daxuyaniyekê li ber avahiya xwe dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSDʹê li ser mijara nenavendî û nasnameya nîştimanî komxebatekê li xwaringeha Çarçela ya navçeya Dêrikê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskarê siyasî yê Sûriyê Mihemed Îsa diyar kir ku berdewamkirina tecrîda li ser rêber Ocalan sûcê serdemê ye û armanca wê ew e ku rê li ber ramanên wî yên ronakbîrî bigire Mihemed Îsa got: "Tirkiye wek dewlet qanûnan nas nake. Ev pêkanîn di tarîkirina felsefeya Ocalan de bi ser neketin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demekê de ku Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya Navneteweyî ji ber îhtîmala derketina rageşiyeke tund di şerê li Sûriyê de hişyarî dabû, lêkolîner û pisporan sedema vê yekê dispêrin destwerdana hêzên herêmê û navneteweyî, di serî de dewleta Tirk  û diyar kirin ku çareserî di derketina hemû hêzan ji Sûriyê de pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Til Temirê bêdengiya hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û da zanîn ku dê tevî hemû planên ku li dijî wan tên kirin jî li herêmên xwe bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê metirsiya kampa Holê xuyatir bû û got "Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê li hundir û derveyî kampê, hate piştrastkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Keça Yadî Emîne ya şehîd, Mizgîn Xelîl operasyona QSDʹê ya li dijî sîxuran silav kir û banga darvekirina sîxur û ajanan kir da ku ji yên xeynî xwe re bibe dersek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê, Amne Xidro piştgiriya xwe bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî desthilatiya Îranê nîşan da û diyar kir ku qetilkirina Jîna Emînî sûcek li dijî mirovahiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILTA NAVÎN

- Li gel krîzeke enerjiyê ya cîhanê d, xuya ye ku aliyên filistînî hewl didin cihê xwe di kirîzê de bigirin û dosyaya gaza  vejînin ku bi vê yekê hewl dide gefê li Îsraîlê bixwe. Gelo dosyaya gazê dê bibe mijara nakokiyên di navbera Xeza û Îsraîlê de? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji sala 2018’an ve, dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê wek çekekî li dijî sûriyan bi kar tîne, di encamê de zirar gihîşt gelek aliyên jiyanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zêdetirî 4 hezar xwendekar li 75 dibistanên herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temirê ya kantona Hesekê dixwînin. Tevî ku hin ji wan dibistanan dibin hedefa topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî, xwendekar ji bo domandina xwendina xwe bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçber û penaberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, zehmetiyan dikişînin, li aliyekî din siyasetên dewleta Tirk a dagirker azarên wan zêdetir dike. Li hemberî vê yekê bangên vekirina deriyê Til Koçerê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî dewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ANHA