​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê Legê saet 08:00`an sibehê lidar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Şoreşvan Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan saet 18:00`an oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Gelê Kurd hîna daxwaza bidestxistina mafên xwe yê rewa û Kurdistana yekbûyî dike. Piştî ku ew xewn li ser îmzekirina peymana Lozanê ji holê hat rakirin û gelê Kurd di bin hegemoniya Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê de hate hiştin. Gelo navaroka vê peymanê çi ye û Tirkiyê niha çi plan dike? (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Endamê Parlementoya Lîbyayê Ebû Bekir El-Xezalî got: “Hikumeta Wîfaqê ne rewa ye. Ji ber artêşa Tirk û çete, ji bo dagirkirina herêmên petrolê anîn herêmê. Bi heman şêweyî gefa li dewletên din ên Ereb dixwe, bi taybet jî li Misirê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Cîgira serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Cizîrê got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina rola jinan di şoreşê de, pêk tên." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Kampa Serdem a kantona Şehbayê ji bo piştgiriya aboriya jinên Efrînê û aboriya herêmê bi giştî, bi beşdariya 30 jinan projeya mûneya zivistanê (pêdiviyên demsala zivistanê) dest pê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-`Rojekê min xeyal nekir ku bajarê min were dagirkirin. Texmîn nakim ku nivîsên xwe bibînim ger ez vegerim. Lê ez bê vîn û hêvî namînim.` Bi van gotinan nivîskar Anahîta Sîno ya ji Serêkaniyê hestên xwe rave kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya navçeya Merkeda ji bo geşkirina aboriya herêmê û peydakirina derfetên kar ji zêdetirî 12 hezar malbatan re, projeya avakirina bendavên demdirêj li herêmê pêşkêş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA