ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan û malbatên şehîdan têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dijî Asuriyên li gundewarê Til Temirê du carî êriş pêk hatin, ev ê jî bandoreke neyinî li şêniyan kir. Ji bo ku êriş û komkujî dûbare nebin hêzên leşkerî yên parastinê hatin avakirin. Gelo ev hêzanan çawa li êrişên dagirkeriya Tirk dinerin û çi pêşkêş kirine? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê di cejna Remezanê de jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve rastî binpêkirin, kuştin û şewitandina zeviyan tên. Koçberan bang li rêxistinên mirovî û cîhanî kir ku sûcên li dijî wan bisekinînin û bang li hêzên Kurdan kir ku di zûtirîn demê de yekitiya xwe ava bikin û Efrînê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi belavbûna Koronavîruê re, gelek aliyên dijberî Rêveberiya Xweser hewl dan eniyan vekin û vîrusê li herêmên wê belav bikin. Li aliyek din WHO rêxstina tenduristî ya cîhanî, pêşkêşkirina alîkariyên tenduristî paşguh kirin. Gelo çawa tedbîrên mezin ên ku Rêveberiya Xweser li herêmên xwe girtine, rolek di rêgirtina belavbûna vîrusê de lîstin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya derbabûyî de şerê bi daxuyaniyan di navbera karsaz Sûrî Ramî Mexlûf û desthilatdariya Sûriyê de çêbû  û xeleka fikaran li Şamê zêde bû. Her wiha li Tûnisê zextên gel û siyasî li ser El-Ginoşî zêde bûn û şer li Lîbyayê gûr bû. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

Gerînendetiya Avê ya Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk derfet ku ji 8 dînemoyên avê tenê 3 dînemoyên pêxe ji 30 bîrî tenê 17 pêxe û ji ber wê jî şênî ji ber kêmbûna avê gazincan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA