ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi dirûşmeya "Efrîn deriyê çareserî û aştiyê li Sûriyê ye"Meclisa Sûriye Demokratîk panelekê li kantona Şehbayê li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Hecî Arabo ku 94 saliye dibeje: “Xewna min ew e ku ji beriya ez bimirim yekîtiya Kurd bibîmin.” Bi wî emrê xwe ev du rojin bi biskilêta xwe di nava bajarê Qamişlo de digre û ji herkesî dixwaze ku fişarê li partiyên ku yekîtiya Kurd direvin bikin, da ku yekîtiya Kurd ava bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yesir Seyid Ehmed ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye got: “Ez ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve bi hinceta danûstandina bi QSD`ê girtim. Îşkence li min kirin. Çeteyan ji min re gotin, ‘em ê te bibin eniyan û li wir te bikujin. Em ê kuştina te jî  bikin stûyê QSD`ê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku guhertinek di mekanîzmaya opozîsyona Sûriyê de li gorî lihevkirina Sûriyê û aliyên navneteweyî heye, lê opozîsyona girêdayî dewleta Tirk û parastina berjewendiyên Tirkiyê dike, dê dûrî pêşeroja Sûriyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolînerê siyasî û endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê şaxê Kantona Kobanê Mesûd Mihemed got: "Asta aloziya Sûriyê roj bi roj girêktir dibe. Rejîma Sûriyê nikare bi tenê aloziyê derbas bike. Pêwîstiya Sûriyê bi projeyek demokratîk a nû heye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra Şerabîn û nûnerê Desteya Eşîrên Ereban ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sabit Cewher bang li pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî artêşa Tirk yekîtiya xwe ava bikin û herêmên ku artêşa Tirk dagirkirine rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mafnasên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, wekî bê exlaqî bi nav kirin û gotin: “Em ê li dijî vê kiryarên têkoşîna xwe bidomînin û Rêbertî rizgar bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên bajarê Helebê gotin: “Armanca Erdogan ji dagirkirina Efrînê qirkirina Kurdan bû. Lê şêniyên Efrînê liber xwe dan û bi vîna xwe ya bi hêz nahêlin timayiyên Tirkiyê pêk werin. Em ê jî nûnertiya dengê jinê yê li Efrînê tepeserkirî, bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Her ku diçe gelê herêmê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçber dibin û hêjmara wan zêde dibe. Di nava wan de kesên bi astengdar jî hene. Koçberî êşa van astengdaran zêdetir dike û astengdariya wan jî êşa koçberiyê zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji warên xwe hatine koçberkirin, gotin: “Çeteyên artêşa Tirk mal û milkên me wêrankirine. Em ê jî beranberê vê yekê  berxwedana xwe dewam bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Reqayê piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biyar da û derxistina sewalan ji herêmê qedexe kir, bihayê goşt bi rêjeya ji sedî 25 kêm bû. Li gel daxwazên şêniyan ku aliyên têkildar çavdêriya bihayan bikin û kontrol bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA