ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  23.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şehîdên QSD‘ê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê dispêrin axê, saet 16:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê navendek tenduristiyê li gundê Qîrewan ê navçeya Dirbêsiyê vedike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan bi zarokên şehîdan ên herêma Dirêkê û navçeyên wê re dicive, civîn li hola Rojhilat a navçeya Girkê Legê li dar dikeve, saet 08:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Tirbespiyê ji bo nirxandina rewşa siyasî civîneke berfireh li hola Nadî Roj li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Şûnwaran bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi navê "Bangewaziya Şarestaniyê" pêşengeheke wêneyan li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî şûnwarên Efrînê vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên şaneya veşartî ya DAIŞ‘ê ya beriya çend rojan li bajarê Minbicê hatibû zeftkirin li xwe mikur hatin ku wan gelek êrîş pêk anîne, êrîşa herî mezin a li dijî nuqteya Hêzên Xweparastinê bû, ku di encamê de 7 şervan şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada got: "Serdana şandeyên dawîn ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girîng bû û dê roleke mezin di piştgiriya ewlehiyê de bilîze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star a navçeya Şêranê ya kantona Kobanê di çarçoveya pêngava ku beriya mehekê daye destpêkirin de meşekê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji sedî 80 jinên bajar û gundewarên Reqayê sûdê  ji projeyên ku Komîteya Jinan vekirine digire. Komîteyê ji bo demên pêş rêze proje lêkolîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Giştî ya Sotmeniya ya Rêveberiya Xweser mîqdara 375 milyon û 534 hezar û 800 lîtreyên mazota ji bo şêniyan veqetandiye, diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Kampa Minbicê bi hemû hêza xwe dixebite da ku beriya zivistan were hemû amadekariyan sererastkirinê bi dawî bike. Amadekarî der barê guhartina kon û lêkolîna li ser pêkanîna gelek projeyên ximetguzarî yên dîtir in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bajrokê Deşîşa di demeke berê de ji ber şorbûna avê astengî dikişandin. Lê piştî sererastkirina stasyonê pêdiviya zêdetirî 20 hezar şênî ya nêzî 200 malan  bi cih hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya bejarê Helebê amadekariyên projeyên nû di meha Îlonê de dike. ji wan projeyan, xebata vekirina firneyeke û leckirina bêdengan ji jenetorên elektrîkî re. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA