ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-9-2022`YAN

Parêzer Menal Macid diyar kir ku berdewama ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkneanîna mafê hêviyê li dijî qanûnên mirovî û pîvanên navneteweyî ye, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi zextên xwe nikare fikrên rêber Ocalan sînordar bike.(BI WÊNE)

Çalakvanên sûrî ji ber metirsiya avabûneke nişfekî nû li kampa Holê ku bibe alava pêkanîna çalakiyên terorîstî di pêşerojê de, hişyarî da û got civata navneteweyî zextê li dewletan nake ku çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan vegerînin. (BI WÊNE)

Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdulîllah Mistefa da zanîn ku gelek hevdîtin bi aliyên pispor ên Başûrê Kurdistanê, akademîsyen û siyasetmedaran re çêkirine û got "Me li ser rewşa xwendinê ya li Zanîngeha Rojava û rewşa perwerdeyê, xurtkirina têkiliyan bi zanîngehên Başûr re, pevguhartina pisporiyan û werşeyên xebatê yên hevbeş nîqaş kir.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Di dîroka Îranê de nasnameya etnîk a Farisan serdest bûye û çanda wê ya civakî gelekî kevnar e. Li vê erdnîgariyê bê hejmar desthilat çêbûne, bi rola navendî ya Rojhilata Navîn rabûye û bi dewlemendiya xwe ya aborî, dîrokî û çandî her tim bala hêzên derve kişandiye. Îslamîstên ku piştî hilweşandina desthilata Şah hatin ser desthilatê, gelên Îranê xistin nav bendekê û heta hewl dan şoreşa îslamî derxin derveyî welat. Li eniyên şer ên Yemen, Lubnan, Sûriye û Iraqê cih girtin û hewl dan hebûna xwe bisepînin. (BI WÊNE)

JIN

Yekitiya Jinên Ermen sûcê qetilkirina dîlgirtiya ermenî Anush Apetian bi destê artêşa Azerbeycanê şermezar kir û got her kesê hewl bide xerabiyê bike dewleta Tirk a dagirker destekê didiyê û xerabî li ku heber bi desteka dewleat Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê xwe ji bo foruma bi dirûşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibin" amade dike. Xurtkirina feraseta şerê gel ê şoreşgerî dê bibe mijara sereke ya forumê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

Ciwanên herêma Firatê da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina ciwanan bi rêya balafirên bêmirov an jî bi madeyên hişbirê û bikaranîna wan wek ajanan, têkbirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye ku ciwan dînamîka wê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîna Fîlm a Rojava ku yekemîn saziya sînemayê ya li Rojava ye, hewl dide sînemayê li herêmê bi pêş bixe, çîrokên şoreşê vehewîne û di sînemayê de pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Di çend rojên borî de li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê û Tacikistan-Kirgizistanê bi awayekî hemwext şer derketin. Ev şer hemwextî zêdebûna rageşiya di navbera Rûsya û dewletên rojavayî de li Ukraynayê rû da. (BI WÊNE)

ANHA