​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2022`YAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Lîloz Oskan û Sêvan Ehmed li pêşiya goristana şehîd Delîl Seroxan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateya Ermen a Hesekê diyar kir ku ew dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê li ber xwe bidin û piştrast kir ku ew dê bi çekan şer bikin û li kêlka hêzên leşkerî bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên li herêmên Girê Spî yê dagirkirî dimînin, di nav şert û mercên jiyanê û aborî yên dijwar de ne, li gel kontrolkirina dewleta trik a dagirker û çeteyên wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Kobanê soza domandina parastina herêmê ji êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker dan û gotin: "Em ê li ber xwe bidin, serkeftin wê para me b." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman baweriya xwe ya bi gelê herêmê anî ziman û got "Gel li hemberî hovîtiya dewleta Tirk di vebijêrka berxwedanê de bi israr e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê MSDʹê Riyad Derar diyar kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên civînên Astanayê ne. Derar bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûçegihanê kanala STÊRK TV Mihemed Cerade yê ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk de birîndar bûbû, destnîşan kir ku dema wan encama topbarana li ser nexweşxaneya COVID-19 a Kobanê dişopand, dagirkeriya Tirk ew hedef girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku hişmendiya desthiladar li mêjiyê civakê tê bicihkirin, di 11 mehan de 87 jin hatin qetilkirin. Rêxistinên jinan jî li dijî femîsîd (qirkirina jinan) têkoşîna xwe didomandin. (BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Lêkolînerekî siyasî daxuyand ku Amerîka bi rêya peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re hewl dide şerê li Ukraynayê kontrol bike, ne ku dawî lê bîne. Her wiha got ku armanca rastîn a Amerîkayê jihalxistina Rûsyayê û rûxandina Ewropayê ye. (BI WÊNE)

ANHA