ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdekî QSD'ê li goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo gerîlayê HPG'ê Hogir Mehmûd (Laleş Til Koçer) yê ku li herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, merasîmekî xiyabî li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan û yên gerîlayên HPG'ê ya herêma Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li bajarê Qamişloyê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Necemedîn Mele Umer diyar kir ku divê tu şaştî çênebin û hedefên dijmin pêk neyên û berê çekê ber bi birayên xwe ve nekişînin. Divê berxwedan û şehadet ji bo azadî, metoda gelê Kurd û pêkanîna hêviyên azadiyê be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah diyar kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan herêmê ji aloziyê hat parastin û got: "Diyaloga alternatîf çareya guncaw ji tevahî dozên girêdayî aloziyê Sûriyê re ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- PDK li Rojava bi pereyan toreke sîxuran çêdike û hewl dide destkeftiyên li Rojava tasfiye bike. Îfadeyên sîxurên PDK’ê yên hatine girtin, van kar û barên qirêjî roj bi roj derdixin holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û lêkolînerê kar û barên siyasî yê Misirê Hesen Bedîi got: "Piştgiriya pêngava KCK'ê ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker erkeke dikeve ser milê hemû hêzên demokratîk ên Kurdî û Erebî yên ku li pêşberî xeteriya siyasetên Osmanî ne." Bedîi xwest ku rojek ji bo piştgirî û banga serbestberdana rêber Ocalan were veqetandin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Şêxê eşîra Binî Isêdî, Şêx Mihemed Sadiq Isêdî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û sûcan li dijî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê pêk tîne û got: "Armanca dewleta Tirk li herêmê fitne û dizî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Wezîrê berê yê petrolê yê Misirî endeziyar Usama Kemal got: "Îmzekirina peymana Forma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî, însiyatîfeke baş a koordînasyonê ye û dê hemû çavnebariyên derve ku mafên wan di gaza deryaya Spî de tune ye, bi dawî bike." (BI WÊNE).

JIN

- Jinên ji Serêkaniyê û Efrînê yên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, diyar kirin ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya NY'yê ya derbarê herêmên dagirkirî de têrê nake, divê xebateke rastîn were kirin û sûcdar werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navnetewî li kampên Berxwedan û Serdem didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîna Fîlman a Rojava bi hevkariya bi Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê, kişandina fîlmê "Berbû" bi dawî kir. Fîlm li ser azarên gelê Serêkaniyê û Girê Spî û binpêkirinên di dema topbarana Tirkiyê li dijî wan pêk hatine de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran şevbêrkeke helbestan bi tevlêbûna helbestvanên Minbicê li dar dixe, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Kampa Waşûkanî tevî rêveberiya kampê, gelek xizmetan pêşkêşî koçberan dike. Hevserokê meclisê wiha dibêje: "Tevî ku gelek rêxistin hene jî, lê xizmetên pêwîst ji koçberan re pêşkêş nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Seiwê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê, projeya stasyona parzûnê ya ava vexwarinê ber bi dawîbûnê ve bir. Her wiha ev proje ji destpêka vê mehê de dest pê kir da ku pêdiviyên gel û azarên bi salan çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mistefa Ebdo yê li taxa Eşrefiyê ya Helebê dimîne, di odeyeke jêrzemînê de di kîsan de kîvark çandine û dibêje ku serkeftina projeya çandina kîvaran rê li ber firehkirina wê û firotina berhema wî li bazarên herêmî vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA