ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir, dorpêça ku hikumta Sûriyê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, li pêşiya projeyên xizmetguzariyê yên li kantonê dibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî derfetên kêm û nêzîkbûna zeviyên çandiniyê ji herêmên dagikirî re, Komîteya Parastina Zeviyan a kantona Şehbayê li ser karê xwe ye, komîteyê ta niha gelek şewat vemirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrişî eniyên Eyn Îsa yê dike, şervanên li eniyên berxwedanê yên Eyn Îsayê gotin: “Çawa ku me duh li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kir, em ê îro jî li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê yên duvikên DAIŞ’ê, heta dawî liberxwe bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi destpêka sala 2020`an re guhertin di taktîkên aloziya Sûriyê de pêk hatin. Li gel şerê hêzên cîhanî û herêmî li ser erdê, bi nêzîkbûna pêkanîna Qanûna Qeyser re şer gurtir dibe. Qanûna Qeyser çi ye û dê bandorê li kê bike? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd girîngiya beşdarkirina hemû aliyên siyasî û civakî di hewldanên avakirina yekîtiya Kurd de destnîşan kirin û gotin: “Rêya tekane ya parastina destkeftiyan serxistina van hewldanan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Fermî ya Meclisa Jinê ya Minbic û Gundewarê wê Îbtîsam Ebdulqadir got: “Leşkerkirina zarokên Sûrî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin "Sûcekî şer" e. Em bang dikin ku hesab ji Tirkiyê bê xwestin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêbazê jiyana koçeran bi guhertina demsalê re tê guhertin, çêra li kuderê be ew jî li wir in. Lê ji êrişên dewleta Tirk bandoreke neyinî li wan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA