ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  22.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku dewriyeyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Sînor a Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û Amerîkayê dest bi pêkanîna pêvajoya dawî ya lihevkirina "Mekanîzmeya Ewlehiyê" kir û got: "Di vê pêvajoyê de baregehên leşkerî hatin rûxandin û QSD‘ê hatin vekişandin da ku Hêzên Ewlekariya Sînor li şûna wan bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Dêrikê gotin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelên ku bi demokrasî û biratiye gelan bawer in e. Şêniyan ji bo bidawîkirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku Hêzên Sûriye Demokratîk di 23`yê Adarê de bi dawîbûna DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, DAIŞ`ê careke din dest bi leşkerkirina endamên xwe û êrîşên li du hev lê bi teknîkên nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê di çarçoveya çalakiyên bi boneya "Roja Aştiya Cîhanê" de çalakiyên hunerê li navenda Xabûr a çand û hunerê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 17:00. Bi heman armancê senevîzyonekê li ser xebatên meclisê li hola civînan a MSD‘ê ya bajarê Hesekê pêşkêş dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya HPC-Jin li bajarê Qamişlo bi merasîmekê tê vekirin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika Hîlala Hesen di saetên destpêkê yên sibehê ji xew şiyar dibe û dest bi çêkirina tenûran dike. Hîlala dibêje ku kirîna tenûran bi alaqiyeke mezin tê nîşandan, rojane ew û 7 keçên xwe 9 tenûran çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeya Dirbêsiyê civîna xwe ya salane li navenda Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Welatên navê garantor li xwe dikin têkildarî rewşa Sûriyê li Enqere li hev kom bûn. "Garantoran" di nîqaşên li ser destûrê de hizra dewleta Sûriyê nîşan dan. Erdogan teqez kir ku ew hewl dide jîngehan li herêma ewlehiya sînor ji bo penaberan ava bikin, çavdêr hişyariya vê yekê kirin ku bibe navenda terorê. Li Îsraîlê jî sûprîza hilbijartinê pêk hate ku dê nexşerêya siyasî biguhere. Her wiha li Tirkiyê partiya Erdogan ji hev dikeve. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Bi navnîşana "Huner ji bo aşitiyê" pêşangeheke hunera şêwekariyê li hola Gerînendeya Huner û Şano ya bajarê Minbicê tê organîzekirin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Îsal li bajarokê El-Deşîşe yê girêdayî navçeya Şedadê piştî 8 salan zêdetirî 2 hezar û 200 xwendekar tev li dibistanan bûn. Ji aliyê xwe ve Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên herêmê restore kirin û Navenda Perwerdeyê li bajarokê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şirketa Kehrebeyê ya Minbicê hewl dide projeyên xwe yên di çareyeka sêyemîn de ya sala heyî  ku lêçûna wê gihaşt 40 milyon lîreyên Sûriyê heya dawiya Îlonê bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA