ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên bajarê Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Girê Spî kom dibin û ber bi konê çalakiya mertalên zindî ve dimeşin, saet 06:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervana YPJ‘ê Xemê Pusat (Emgîhan Cûdî) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê bang li hêzên Kurdî kirin ku li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên kantona Şehbayê soza israra berxwedanê û têkoşîna li heramber dagirkeriyê dûbare kirin û gotin: “Qonaxa ku niha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde ye, bi saya keda zarokên me yên şehîd pêk hat.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de topbaranên li dijî kantona Şehbayê ku şêniyên Efrînê neçar mane koçî bikin, zêde kirine. Di encamê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn û li rexê jî ziyanên madî gihiştin şêniyan. Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtine şêniyên Efrînê yên li Şehbayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê fermendarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan diyar kir ku eger Tirkiye peymanên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re neîne cih, dê Idlibê winda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Eyşe Hiso anî ziman ku di encama têkçûna siyaseta dewleta Tirk li hundir û derve de qeyûm hatine tayînkirin û got “Faşîzma dewleta Tirk gihîştiye asta herî bilind. Hikumeta AKP’ê ber bi hilweşînê ve diçe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji şêxên êla Tey a Ereb Hesen Ferhan Abdulrehman El-Tayî hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin eniyek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla El- Sexanî Fewaz El-Bêk got: "Nameya Serok Ocalan rûpelek ji rûpelên dîroka erebî ye ku bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Ocalan bi fikrê xwe yê mirovahiyê û bi têgehên xwe yên bilind (samî) azad e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rezecivînên bi armanca nîqaşkirina geşedanên dawî û guhdarkirina li gel didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Her çend guhertin û veguhertinên çandî di her civakên cîhanê de çêbûne jî, hin kevneşopiyên ku vedigerin bi sedên salan, xwe parastine. Eşîrên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kevneşopiyên girêdana kefiyê ya ji bo pêkanîna daxwazan, didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ANHA