​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-9-2022`YAN

Şêniyên navçeya Dêrikê cenazeyên şehîdan Dogan Amanos û Rojhat Karakocan li Goristana Şehîd Xebat a navçeya Dêrikê oxir dikin saet di 10:00`an de.

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê û xiyaneta PDK`ê ji qada Jin a li navçeya Amûdê dest bi xwepêşandanê dikin saet di 09:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ermen têkildarî kuştina şervana ermen Enûş bi destê çekdarên artêşa Azerî, daxuyaniyekê dide li Hesekê saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî rêya xelasiya gelan ji komkujiyan û bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan e. Welatiyan tekez kir ew di şerê parastina herêmê û gel de li kêleka hêzên xwe yê leşkerî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatparêzên ji Hesekê sekna PDK`ê li rex dagirkeriya Tirk di êrişên li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, şermezar kir. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker gerîla dike hedef da ku destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker nêzî 2 sal in ava çemê Firatê girtiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xeteriya berbelavbûna nexweşî û bêewlehiya xwarinê rû bi rû maye. Dewleta dagirker vê yekê bi zanabûn li ser herêmê dike da ku birçîbûn û qirkirinê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Muxalîfên ji Sûriyê pesnê projeya Rêveberiya Xweser û rola wê di parastina ewlehiya gelê Sûriyê de da û got divê desteka vê projeyê were kirin ku li hemû Sûriyê pêk were. Her wiha diyar kirin ku sîstema nenavendîbûnê dergehê sereke yê avakirina Sûriya pêşerojê ye.

Dosyaya peymana nukleerî ya di navbera Îran û DYA`yê de piştî bêhêvîbûnê, di rewşeke erênî û geşbîniya vejandinê de ye. Ev yek hemwextî zêdebûna aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de pêk tê. Gelo dê Til Evîv bikare hewlên vejandina vê peymanê rawestîne? Bersiva Îranê ji bo wê dê çi be?

Şêniyên Kantona Kobanê bang kirin ku cezayên herî giran li sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine girtin, bên birîn. Şêniyan tekez kir ku kî welatê xwe bi sed dolarî bifiroşe, amade ye her tiştî ji bo pereyan bike û divê ji aliyê zarokên şehîdan û malbatên wan ve werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sal bi sal, zehmetiyên gelê Sûriyê zêdetir dibin, nexasim di rewşa nebûna çareseriyan de, lê tevî hemû zehemtiyan Rêveberiya Xweser her hêviya tekane ya jiyana aştiyane û aram e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzerê berê yê rêber Abdullah Ocalan Mehmûd Şakar da zanîn ku piştî salên dirêj di girtîgehê de mafê hemû girtiyan heye ku ‘mafê hêviyê’ pêk bîne û bang li DMME’yê kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku pabendî qanûna mafê hêviyê be.

JIN

Berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Zehra Semo destnîşan kir ku meclis hewl dide hevbendiyeke jinan li ser esaseke xurt ava bike ku rolek di birêxistinkirina jinên ereb, suryan û kurd de bilîze, beşa ciwanan hişyar bike. Her wiha dauxyand ku meclis hewl dide şert û mercên guncew peyda bike da ku jin azadiya xwe vegerîne û wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA