ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2022`YAN

Çalakiyên li seranserî herêm, bajar, navçeya û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan têne lidarxistin, di dem û cihên cuda de lidar dikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Qamişlo li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê sersaxî didin malbatên şehîdên komkujiya Dêrikê saet di 09:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa malbatên şehîdan a Qamişlo merasîma bîranîna gerîlaya HPG`ê Lîlav Jînda, merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Sufiyan Ebas El Ehmed (Reşo Qamişlo) li goristana şehîdê Delîl Saroxan a Qamişlo li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Meclisa Jinan a Sûiryê têkildarî 25`ê Mijdarê bi dirûşma “Li dijî hemû cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, jin, jiyan, azadî” panelek li Minbicê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve bi hemû cureyên çekan, balafirên şer û yên bêmirov 78 êriş li dijî Kobanê pêk anîn. Di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.(BI WÊNE)

Şêniyên kantona Hesekê diyar kir ku ew ji bo parastina welatê xwe û berxwedana li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker amade ne û got "Em ê çekan hilgirin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesen Koçer diyar kir ku armanca sereke ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tunekirina Rêveberiya Xweser e, lê di heman demê de destnîşan kir ku ew dê li ber xwe bidin, ji ber ku armanca wan berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA