ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22. 10. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyê bajarê Qamişlo cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan dispêrin axê, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeyên Amûdê, Til Hemîs, Til Koçer, Çilaxa, Dirêkê li dijî êrîşên êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandana li dar dixin, saet 10:00‘an. Bi heman armancê li Minbicê jî meşek tê lidarxistin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li Minbicê ya ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi binpêkirinên xwe yên sûcdar ji talankirin, revandin û şewitandina malan mîna Efrînê kirin. Hêvîn bang li civaka navdewletî kir ku bilivin û wan sûcan der heqê gelên herêmê de rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xebatkareke tenduristiyê ku ji Almanyayê hatiye diyar kir ku piraniya birîndarên di encama êrîşên Tirkiyê de sivîl in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dirbêsiyê tekildarî armanca dagirkeriya dewleta Tirk bi navê “Herêma Ewle” binav kiriye, gotin: “Bi derewên kesên Sûrî re dixwazin çeteyên xwe li herêma me û malê me bi cîh bikin. Li dijî vê wê têkoşîna me berdewam be.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Weqfa Jina Azad a li bajarê Hesekê bi hevkariya Heyva Sor a Kurd dermanan li koçberan belav dike. Belavkir ji Dibistana Deham Bozo ya li taxa Miftî dest pê dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jineke Kurd ku li dijî faşîzmê û qirkirinê li ber xwe da. Dayikek, jineke berxwedêr ku êşa xwe di dilê xwe de vedişart û li qadên têkoşînê li dijî mêtingeriyê rawesta û serî netewand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ji 9’ê Cotmehê ve li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê tên kirin berxwedanek mezin û piralî despê kir. Piştî mezinbûna berxwedanê, dewleta dagirker di roja 8’an de li Serêkaniyê çekên qedexe bikar anîn. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên sînor bi hezaran malbat koçî bajarê Hesekê hatin kirin. Koçber pirasa "Em ê kengî vegerin malên xwe" dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Kampa El-Mehmudlî ya gundewarê Tebqayê bang li Konseya Karûbarên Penaberan û rêxistinên navdewletî kir ku pêwîste berê xwe bidin kampê ji bo ku pêdiviyên zêdetirî hezar û 300 koçberên ku ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA