ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di çarçoveya pêngava "Em ê teqez bi serkevin" daxuyaniyekê li avahiya Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Dêrikê li djiî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser Nivîsgehên Mafên Zarokan ava dikin, her wiha erkên wan û mekanîzmeya xebatên wan diyar kir. Ev gav di çarçoveya pêkanîna peymana di navbera Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji aliyekî ve û NY`yî ji aliyekî din ve, pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Navçeya Şedadê teqez kir ku têkbirina hemû komployên derve û hundirîn, bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan, têgihîştina ciwan û serokeşîrên Ereb û hevkariya wan bi hêzên ewlehiyê re, pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Aloziya li gundewarên Idlibê didome. Balafirên Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî herêmê bombebaran dikin. Li gel vê, axaftin li ser nakokî û rêkeftineke nû hene. Gelo rewş bi ku derê ve diçe? (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Lêlûn a Sînameya Navneteweyî li kampên Serdem û Berxwedan dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî û dîroknasa Meksîkî Erika Gonzales Flores got: "Mîhrîcan derfeteke ku nameyên berxwedanê, têkoşînê û vînê bi çandên din ên cîhanê re parve bike. Fîlmên beşdar berhemeke komî û dîrokî ne û pirsgirêkên li ser astê cîhanê rewa dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Perwîn Yûsif destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê ji aliyekî ve erênî ye, lê belê ji aliyê din ve û li hemberî binpêkirinên li dijî jinên herêmên dagirkirî ne di asta tê xwestin de ye. Perwînê bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Saetçêkerê herî kevin ê Sûriyê Mihemed Hacî Salih Hisên, behsa kit û hûrgiliyên serpêhatiya karê xwe ya 70 salan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarokê El-Kişkiyê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ber derketina pompeyên avdanê ji xizmetê û qutbûna ava avdanê, bi gazinc in. Şêniyên bajarokê El-Hermoşiyê ya gundewarên rojavayê Dêrazorê jî xwestin ku ava vexwarinê bigihêje bajarokê wan. Aliyên têkildar ji bo çareserkirina pirsgirêkan, çareyên heyî pêşkêş kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA